-
Rojbaş, bi xêr hatin.
-
Navê min Cemre Omer, û ez dixwazim bi
zimanê xwe qala jîyana xwe bikim.
-
Ez di sala 1999an de li Amedê ji dayik bûm.
-
Malbata bavê min ji navçeya Pîranê ye
lê em li bajêr rûniştin.
-
Diya min ji Edenê ye.
-
Em sêzdeh sal li Amedê man, û piştre ez
ji bo perwerdeyê çûm Stenbolê.
-
Min lîse li wir qedand. Dema ku min
dixwend malbata min bar kir û çû Alanya.
-
Niha ez li malê me, li Alanya me.
Ez bi diya xwe re dimînim.
-
Lê ez hê jî li Stenbolê, li Zanîngeha
Koç dixwînim.
-
Ez beşa endezyariya elektronîk dixwînim.
-
Ez di sala dawî de me. Ez hêvîdarim ku
îsal mezûn bibim. Înşallah em bibînin.
-
Ez zimanê me ji bapirê min hîn bûm.
-
Dapira min kurmanc e, ew ji zazakî fêm
dike lê naaxive.
-
Bavê min û metan min jî nikarin bi zazakî
biaxivin.
-
Diya min tirk e. Mixabin, ew ne kurmancî
ne jî zazakî dizane.
-
Bapirê min bi rastî xwest ku ez vê zimanî
bizanim. Ji ber vê, wî ez hînî zazakî kir.
-
Ew her tim bi min re bi zazakî diaxive.
-
Ez kurmancî jî dizanim, ez baş dizanim.
Ez dikarim bi hevalên xwe re biaxivim.
-
Baş binivîsim û bixwînim.
-
Lê girîngiya zimanê me ji bo min bilindtir e.
-
Çunkî ez dizanim ku ne gelek kes bi vê
zimanê diaxive.
-
Ji ber vê, ez ji bo zimanê me gelek dixebitim.
-
Carinan ez çîrokan werdigerim, carinan
ez ji hevalên xwe re ders didim.
-
Û niha ez ji we re diaxivim.
-
Wisa ye.
-
Ez dixwazim ku zimanê me nemire.
-
Ez nizanim ka em dikarin tiştek biguherin.
-
Em ê bibînin.
-
Carinan ez diçim Amedê. Li Amedê, gelek heval û eqrebên min nema.
-
Ev rast e, ne derew e, Amed mala min e.
-
Helbet, ez beriya vê dikim.
-
Bapirê min, dapira min, yek ji metan min
hê jî li Amedê dijîn.
-
Xaltiya min jî li wir dixebite.
Ew bi tenê dijî.
-
Carina, di dema betlane û cejnan de, ew
tê Alanya û serdana malbata xwe dike.
-
Li Amedê, baxçeyê bapirê min heye.
Li wir nebatên cûrbecûr hene.
-
Bapirê min firingî, xiyar...
-
...tirî, tû, bacanê reş, îsot, petêx û
zebeş diçîne.
-
Li wir gelek sewze û mêweyan hene.
-
Heywanên wî jî hene, mihek û mirîşkên
wî hene.
-
Cihê ku tê de dijîn xweş e.
-
Bavê min bi me re namîne.
Ew derûnnas e.
-
Ew li Amedê, li Zaningeha Dîcleyê mamostatî
dike, di cihê xwe de jî terapî dide.
-
Diya min naxebite. Ew bermalî ye.
-
Wek min got, li Alanyayê dijî.
-
Ew bi xuşka min re dijî.
-
Xuşka min îsal dest bi lîseyê dike.
-
Ev hemû li ser malbata min e.
ez ê qala xwe bikim.
-
Ez di demên xwe yên vala de pirtûk dixwînim.
Ez ji nivîsan felsefî pir hez dikim.
-
Ez latînî û almanî hîn bûm.
-
Niha ez pirtûka Cicero yê bi navê
Tusculanae Disputationes dixwînim.
-
Bi îngîlîzî, wek Tusculan Disputations
tê zanîn.
-
Di rojan şemê de dersa erbane digrim.
-
Erbane sazek ye.
-
Saza dakutanî ye, wek baterî tê lêxistin.
Wisa tê xistin.
-
Peyvên min qediya, ez dibêjim bes e.
-
Spas bo we hemûyan, we li min guhdarî kir.
-
Ez xatirê we dixwazim. Li xwe baş binêrin.