Rojbaş, bi xêr hatin. Navê min Cemre Omer, û ez dixwazim bi zimanê xwe qala jîyana xwe bikim. Ez di sala 1999an de li Amedê ji dayik bûm. Malbata bavê min ji navçeya Pîranê ye lê em li bajêr rûniştin. Diya min ji Edenê ye. Em sêzdeh sal li Amedê man, û piştre ez ji bo perwerdeyê çûm Stenbolê. Min lîse li wir qedand. Dema ku min dixwend malbata min bar kir û çû Alanya. Niha ez li malê me, li Alanya me. Ez bi diya xwe re dimînim. Lê ez hê jî li Stenbolê, li Zanîngeha Koç dixwînim. Ez beşa endezyariya elektronîk dixwînim. Ez di sala dawî de me. Ez hêvîdarim ku îsal mezûn bibim. Înşallah em bibînin. Ez zimanê me ji bapirê min hîn bûm. Dapira min kurmanc e, ew ji zazakî fêm dike lê naaxive. Bavê min û metan min jî nikarin bi zazakî biaxivin. Diya min tirk e. Mixabin, ew ne kurmancî ne jî zazakî dizane. Bapirê min bi rastî xwest ku ez vê zimanî bizanim. Ji ber vê, wî ez hînî zazakî kir. Ew her tim bi min re bi zazakî diaxive. Ez kurmancî jî dizanim, ez baş dizanim. Ez dikarim bi hevalên xwe re biaxivim. Baş binivîsim û bixwînim. Lê girîngiya zimanê me ji bo min bilindtir e. Çunkî ez dizanim ku ne gelek kes bi vê zimanê diaxive. Ji ber vê, ez ji bo zimanê me gelek dixebitim. Carinan ez çîrokan werdigerim, carinan ez ji hevalên xwe re ders didim. Û niha ez ji we re diaxivim. Wisa ye. Ez dixwazim ku zimanê me nemire. Ez nizanim ka em dikarin tiştek biguherin. Em ê bibînin. Carinan ez diçim Amedê. Li Amedê, gelek heval û eqrebên min nema. Ev rast e, ne derew e, Amed mala min e. Helbet, ez beriya vê dikim. Bapirê min, dapira min, yek ji metan min hê jî li Amedê dijîn. Xaltiya min jî li wir dixebite. Ew bi tenê dijî. Carina, di dema betlane û cejnan de, ew tê Alanya û serdana malbata xwe dike. Li Amedê, baxçeyê bapirê min heye. Li wir nebatên cûrbecûr hene. Bapirê min firingî, xiyar... ...tirî, tû, bacanê reş, îsot, petêx û zebeş diçîne. Li wir gelek sewze û mêweyan hene. Heywanên wî jî hene, mihek û mirîşkên wî hene. Cihê ku tê de dijîn xweş e. Bavê min bi me re namîne. Ew derûnnas e. Ew li Amedê, li Zaningeha Dîcleyê mamostatî dike, di cihê xwe de jî terapî dide. Diya min naxebite. Ew bermalî ye. Wek min got, li Alanyayê dijî. Ew bi xuşka min re dijî. Xuşka min îsal dest bi lîseyê dike. Ev hemû li ser malbata min e. ez ê qala xwe bikim. Ez di demên xwe yên vala de pirtûk dixwînim. Ez ji nivîsan felsefî pir hez dikim. Ez latînî û almanî hîn bûm. Niha ez pirtûka Cicero yê bi navê Tusculanae Disputationes dixwînim. Bi îngîlîzî, wek Tusculan Disputations tê zanîn. Di rojan şemê de dersa erbane digrim. Erbane sazek ye. Saza dakutanî ye, wek baterî tê lêxistin. Wisa tê xistin. Peyvên min qediya, ez dibêjim bes e. Spas bo we hemûyan, we li min guhdarî kir. Ez xatirê we dixwazim. Li xwe baş binêrin.