1 00:00:01,315 --> 00:00:02,854 Rojbaş, bi xêr hatin. 2 00:00:03,302 --> 00:00:08,748 Navê min Cemre Omer, û ez dixwazim bi zimanê xwe qala jîyana xwe bikim. 3 00:00:09,697 --> 00:00:13,918 Ez di sala 1999an de li Amedê ji dayik bûm. 4 00:00:14,588 --> 00:00:18,362 Malbata bavê min ji navçeya Pîranê ye lê em li bajêr rûniştin. 5 00:00:19,354 --> 00:00:20,850 Diya min ji Edenê ye. 6 00:00:21,463 --> 00:00:25,700 Em sêzdeh sal li Amedê man, û piştre ez ji bo perwerdeyê çûm Stenbolê. 7 00:00:26,225 --> 00:00:31,045 Min lîse li wir qedand. Dema ku min dixwend malbata min bar kir û çû Alanya. 8 00:00:32,128 --> 00:00:35,707 Niha ez li malê me, li Alanya me. Ez bi diya xwe re dimînim. 9 00:00:37,081 --> 00:00:39,521 Lê ez hê jî li Stenbolê, li Zanîngeha Koç dixwînim. 10 00:00:40,425 --> 00:00:42,620 Ez beşa endezyariya elektronîk dixwînim. 11 00:00:43,508 --> 00:00:47,791 Ez di sala dawî de me. Ez hêvîdarim ku îsal mezûn bibim. Înşallah em bibînin. 12 00:00:49,226 --> 00:00:51,540 Ez zimanê me ji bapirê min hîn bûm. 13 00:00:52,509 --> 00:00:56,287 Dapira min kurmanc e, ew ji zazakî fêm dike lê naaxive. 14 00:00:56,754 --> 00:01:00,515 Bavê min û metan min jî nikarin bi zazakî biaxivin. 15 00:01:01,663 --> 00:01:05,337 Diya min tirk e. Mixabin, ew ne kurmancî ne jî zazakî dizane. 16 00:01:07,278 --> 00:01:13,065 Bapirê min bi rastî xwest ku ez vê zimanî bizanim. Ji ber vê, wî ez hînî zazakî kir. 17 00:01:14,210 --> 00:01:17,402 Ew her tim bi min re bi zazakî diaxive. 18 00:01:17,881 --> 00:01:22,297 Ez kurmancî jî dizanim, ez baş dizanim. Ez dikarim bi hevalên xwe re biaxivim. 19 00:01:23,055 --> 00:01:24,720 Baş binivîsim û bixwînim. 20 00:01:25,843 --> 00:01:28,522 Lê girîngiya zimanê me ji bo min bilindtir e. 21 00:01:28,873 --> 00:01:31,781 Çunkî ez dizanim ku ne gelek kes bi vê zimanê diaxive. 22 00:01:32,295 --> 00:01:35,595 Ji ber vê, ez ji bo zimanê me gelek dixebitim. 23 00:01:35,773 --> 00:01:39,903 Carinan ez çîrokan werdigerim, carinan ez ji hevalên xwe re ders didim. 24 00:01:39,990 --> 00:01:41,558 Û niha ez ji we re diaxivim. 25 00:01:41,708 --> 00:01:42,741 Wisa ye. 26 00:01:43,464 --> 00:01:45,297 Ez dixwazim ku zimanê me nemire. 27 00:01:45,440 --> 00:01:48,109 Ez nizanim ka em dikarin tiştek biguherin. 28 00:01:48,749 --> 00:01:49,794 Em ê bibînin. 29 00:01:51,331 --> 00:01:55,567 Carinan ez diçim Amedê. Li Amedê, gelek heval û eqrebên min nema. 30 00:01:56,525 --> 00:02:00,073 Ev rast e, ne derew e, Amed mala min e. 31 00:02:00,371 --> 00:02:02,551 Helbet, ez beriya vê dikim. 32 00:02:03,363 --> 00:02:07,499 Bapirê min, dapira min, yek ji metan min hê jî li Amedê dijîn. 33 00:02:08,025 --> 00:02:11,111 Xaltiya min jî li wir dixebite. Ew bi tenê dijî. 34 00:02:11,246 --> 00:02:14,601 Carina, di dema betlane û cejnan de, ew tê Alanya û serdana malbata xwe dike. 35 00:02:15,999 --> 00:02:21,437 Li Amedê, baxçeyê bapirê min heye. Li wir nebatên cûrbecûr hene. 36 00:02:21,592 --> 00:02:25,772 Bapirê min firingî, xiyar... 37 00:02:25,921 --> 00:02:30,675 ...tirî, tû, bacanê reş, îsot, petêx û zebeş diçîne. 38 00:02:31,617 --> 00:02:33,392 Li wir gelek sewze û mêweyan hene. 39 00:02:33,719 --> 00:02:38,476 Heywanên wî jî hene, mihek û mirîşkên wî hene. 40 00:02:38,654 --> 00:02:41,833 Cihê ku tê de dijîn xweş e. 41 00:02:44,285 --> 00:02:47,578 Bavê min bi me re namîne. Ew derûnnas e. 42 00:02:48,222 --> 00:02:53,673 Ew li Amedê, li Zaningeha Dîcleyê mamostatî dike, di cihê xwe de jî terapî dide. 43 00:02:54,334 --> 00:02:57,152 Diya min naxebite. Ew bermalî ye. 44 00:02:58,685 --> 00:03:00,912 Wek min got, li Alanyayê dijî. 45 00:03:02,096 --> 00:03:04,531 Ew bi xuşka min re dijî. 46 00:03:05,659 --> 00:03:07,925 Xuşka min îsal dest bi lîseyê dike. 47 00:03:10,497 --> 00:03:15,681 Ev hemû li ser malbata min e. ez ê qala xwe bikim. 48 00:03:17,590 --> 00:03:23,089 Ez di demên xwe yên vala de pirtûk dixwînim. Ez ji nivîsan felsefî pir hez dikim. 49 00:03:23,771 --> 00:03:26,179 Ez latînî û almanî hîn bûm. 50 00:03:27,229 --> 00:03:31,877 Niha ez pirtûka Cicero yê bi navê Tusculanae Disputationes dixwînim. 51 00:03:32,696 --> 00:03:35,535 Bi îngîlîzî, wek Tusculan Disputations tê zanîn. 52 00:03:37,217 --> 00:03:39,296 Di rojan şemê de dersa erbane digrim. 53 00:03:39,472 --> 00:03:41,507 Erbane sazek ye. 54 00:03:42,587 --> 00:03:47,032 Saza dakutanî ye, wek baterî tê lêxistin. Wisa tê xistin. 55 00:03:49,076 --> 00:03:51,818 Peyvên min qediya, ez dibêjim bes e. 56 00:03:52,015 --> 00:03:54,157 Spas bo we hemûyan, we li min guhdarî kir. 57 00:03:55,196 --> 00:03:58,102 Ez xatirê we dixwazim. Li xwe baş binêrin.