WEBVTT 00:00:01.315 --> 00:00:02.854 Rojbaş, bi xêr hatin. 00:00:03.302 --> 00:00:08.748 Navê min Cemre Omer, û ez dixwazim bi zimanê xwe qala jîyana xwe bikim. 00:00:09.697 --> 00:00:13.918 Ez di sala 1999an de li Amedê ji dayik bûm. 00:00:14.588 --> 00:00:18.362 Malbata bavê min ji navçeya Pîranê ye lê em li bajêr rûniştin. 00:00:19.354 --> 00:00:20.850 Diya min ji Edenê ye. 00:00:21.463 --> 00:00:25.700 Em sêzdeh sal li Amedê man, û piştre ez ji bo perwerdeyê çûm Stenbolê. 00:00:26.225 --> 00:00:31.045 Min lîse li wir qedand. Dema ku min dixwend malbata min bar kir û çû Alanya. 00:00:32.128 --> 00:00:35.707 Niha ez li malê me, li Alanya me. Ez bi diya xwe re dimînim. 00:00:37.081 --> 00:00:39.521 Lê ez hê jî li Stenbolê, li Zanîngeha Koç dixwînim. 00:00:40.425 --> 00:00:42.620 Ez beşa endezyariya elektronîk dixwînim. 00:00:43.508 --> 00:00:47.791 Ez di sala dawî de me. Ez hêvîdarim ku îsal mezûn bibim. Înşallah em bibînin. 00:00:49.226 --> 00:00:51.540 Ez zimanê me ji bapirê min hîn bûm. 00:00:52.509 --> 00:00:56.287 Dapira min kurmanc e, ew ji zazakî fêm dike lê naaxive. 00:00:56.754 --> 00:01:00.515 Bavê min û metan min jî nikarin bi zazakî biaxivin. 00:01:01.663 --> 00:01:05.337 Diya min tirk e. Mixabin, ew ne kurmancî ne jî zazakî dizane. 00:01:07.278 --> 00:01:13.065 Bapirê min bi rastî xwest ku ez vê zimanî bizanim. Ji ber vê, wî ez hînî zazakî kir. 00:01:14.210 --> 00:01:17.402 Ew her tim bi min re bi zazakî diaxive. 00:01:17.881 --> 00:01:22.297 Ez kurmancî jî dizanim, ez baş dizanim. Ez dikarim bi hevalên xwe re biaxivim. 00:01:23.055 --> 00:01:24.720 Baş binivîsim û bixwînim. 00:01:25.843 --> 00:01:28.522 Lê girîngiya zimanê me ji bo min bilindtir e. 00:01:28.873 --> 00:01:31.781 Çunkî ez dizanim ku ne gelek kes bi vê zimanê diaxive. 00:01:32.295 --> 00:01:35.595 Ji ber vê, ez ji bo zimanê me gelek dixebitim. 00:01:35.773 --> 00:01:39.903 Carinan ez çîrokan werdigerim, carinan ez ji hevalên xwe re ders didim. 00:01:39.990 --> 00:01:41.558 Û niha ez ji we re diaxivim. 00:01:41.708 --> 00:01:42.741 Wisa ye. 00:01:43.464 --> 00:01:45.297 Ez dixwazim ku zimanê me nemire. 00:01:45.440 --> 00:01:48.109 Ez nizanim ka em dikarin tiştek biguherin. 00:01:48.749 --> 00:01:49.794 Em ê bibînin. 00:01:51.331 --> 00:01:55.567 Carinan ez diçim Amedê. Li Amedê, gelek heval û eqrebên min nema. 00:01:56.525 --> 00:02:00.073 Ev rast e, ne derew e, Amed mala min e. 00:02:00.371 --> 00:02:02.551 Helbet, ez beriya vê dikim. 00:02:03.363 --> 00:02:07.499 Bapirê min, dapira min, yek ji metan min hê jî li Amedê dijîn. 00:02:08.025 --> 00:02:11.111 Xaltiya min jî li wir dixebite. Ew bi tenê dijî. 00:02:11.246 --> 00:02:14.601 Carina, di dema betlane û cejnan de, ew tê Alanya û serdana malbata xwe dike. 00:02:15.999 --> 00:02:21.437 Li Amedê, baxçeyê bapirê min heye. Li wir nebatên cûrbecûr hene. 00:02:21.592 --> 00:02:25.772 Bapirê min firingî, xiyar... 00:02:25.921 --> 00:02:30.675 ...tirî, tû, bacanê reş, îsot, petêx û zebeş diçîne. 00:02:31.617 --> 00:02:33.392 Li wir gelek sewze û mêweyan hene. 00:02:33.719 --> 00:02:38.476 Heywanên wî jî hene, mihek û mirîşkên wî hene. 00:02:38.654 --> 00:02:41.833 Cihê ku tê de dijîn xweş e. 00:02:44.285 --> 00:02:47.578 Bavê min bi me re namîne. Ew derûnnas e. 00:02:48.222 --> 00:02:53.673 Ew li Amedê, li Zaningeha Dîcleyê mamostatî dike, di cihê xwe de jî terapî dide. 00:02:54.334 --> 00:02:57.152 Diya min naxebite. Ew bermalî ye. 00:02:58.685 --> 00:03:00.912 Wek min got, li Alanyayê dijî. 00:03:02.096 --> 00:03:04.531 Ew bi xuşka min re dijî. 00:03:05.659 --> 00:03:07.925 Xuşka min îsal dest bi lîseyê dike. 00:03:10.497 --> 00:03:15.681 Ev hemû li ser malbata min e. ez ê qala xwe bikim. 00:03:17.590 --> 00:03:23.089 Ez di demên xwe yên vala de pirtûk dixwînim. Ez ji nivîsan felsefî pir hez dikim. 00:03:23.771 --> 00:03:26.179 Ez latînî û almanî hîn bûm. 00:03:27.229 --> 00:03:31.877 Niha ez pirtûka Cicero yê bi navê Tusculanae Disputationes dixwînim. 00:03:32.696 --> 00:03:35.535 Bi îngîlîzî, wek Tusculan Disputations tê zanîn. 00:03:37.217 --> 00:03:39.296 Di rojan şemê de dersa erbane digrim. 00:03:39.472 --> 00:03:41.507 Erbane sazek ye. 00:03:42.587 --> 00:03:47.032 Saza dakutanî ye, wek baterî tê lêxistin. Wisa tê xistin. 00:03:49.076 --> 00:03:51.818 Peyvên min qediya, ez dibêjim bes e. 00:03:52.015 --> 00:03:54.157 Spas bo we hemûyan, we li min guhdarî kir. 00:03:55.196 --> 00:03:58.102 Ez xatirê we dixwazim. Li xwe baş binêrin.