< Return to Video

Christopher Columbus li Dadgeha Dîrokî - Alex Gendler

  • 0:06 - 0:10
    Li Amerîkayê gellek mirov ji biçûkatiyê ve
  • 0:10 - 0:14
    salvegera Sefera Christopher Columbusî
    pîroz dikin.
  • 0:14 - 0:18
    Gelo Christopher Columbus ew keşfdar bû
    ku her du dinya gihandin hev?
  • 0:18 - 0:23
    an zordarekî bû ku mêtingerî û
    koletî anî Amerîkayê?
  • 0:23 - 0:26
    Gelo bi rastî wî Amerîka keşf kir?
  • 0:26 - 0:32
    Niha dem ew dem e ku
    em Christopher Columbus darizînin.
  • 0:32 - 0:35
    "Bêdeng bin, bêdeng bin di dadgehê de,
  • 0:35 - 0:37
    Ma divê ez îro bişixulim?"
  • 0:38 - 0:39
    "Belê, birêz dadger,
  • 0:39 - 0:44
    Ji 1792'an û vir ve 12ê Kewçêrê,
    li gelek deverên Amerîkayê
  • 0:44 - 0:47
    wek roja Columbus tê pîrozkirin.
  • 0:47 - 0:51
    Di sala 1934an de, ev roj bi awayê fermî
    wek betlane hat pejirandin,
  • 0:51 - 0:55
    lê parêzgeh li ser vê biryarê neman.
  • 0:55 - 0:58
    Bi tenê 23 parêzgehan,
    ev roj wek betlane qebûlkir,
  • 0:58 - 1:02
    parêzgehên din karên xwe ranewestandin"
  • 1:02 - 1:03
    "Xebînet e, heyf e,
  • 1:03 - 1:06
    di salên 70yî de me bi sê rojan
    betlane dikir û
  • 1:06 - 1:09
    em sê rojan bi şahî dijîn,
  • 1:09 - 1:12
    lê mirovên vê heyamê
    ji pîrozbahiyan fahm nakin''
  • 1:12 - 1:14
    "Uh, Em dîsa çi pîroz dikin?"
  • 1:14 - 1:17
    "Birêz dadger, em hemû li dibistanê
    hîn bûn.
  • 1:17 - 1:21
    Christopher Columbus qralê Spanyayê
    qaneh kir ku
  • 1:21 - 1:23
    rêyeke nû ya Hîndîstanê bibîne,
  • 1:23 - 1:27
    lê ne di rojhilatî re, di rojavayî re.
  • 1:27 - 1:31
    Hemû kesî got tu dîn î, dinya rast e,
  • 1:31 - 1:33
    lê wî bêhtir dizanî.
  • 1:33 - 1:36
    Dema di 1492yan de bi rê ket,
  • 1:36 - 1:39
    wî ciyekî ji Hîndîstanê çêtir dît:
  • 1:39 - 1:41
    parzemîneke nû."
  • 1:41 - 1:42
    "Tev derew e.
  • 1:42 - 1:47
    Ya ewil, însanên zanyar dizanîn ku
    dinya gulover e.
  • 1:47 - 1:50
    Ya duyem Columbusî tiştek keşf nekir.
  • 1:50 - 1:53
    Ji hezar sal zêdetir bû,
    mirov li wir dijîyan,
  • 1:53 - 1:55
    û beriya ku Columbus biçe,
    Ewrûpî hatibûn Amerîkayê.
  • 1:55 - 2:00
    500 sal beriya Columbus biçe,
    Vîkîng hatibûn Amerîkayê."
  • 2:00 - 2:04
    "Nexwe çima li serê me hemûyan
    mîxferên Vîkîng'ê tune?"
  • 2:04 - 2:07
    "Bi rastî tu car ew mîxfer bi kar neanîn."
  • 2:07 - 2:09
    "Xema kê ye ku Vîkîng hatine?
  • 2:09 - 2:13
    Vîkîngan dewam nekir, wenda bûn,
    lê Colombous'i dewam kir,
  • 2:13 - 2:16
    û xeber gihişt hemû Ewrûpayê ,
  • 2:16 - 2:20
    gellek mirov hatin li Amerîkayê bi cî bûn.
  • 2:20 - 2:24
    Ne ji wî bibûya yek ji me
    îro ne li vir bû."
  • 2:24 - 2:29
    "Û bi xêra wî bi mîlyonan
    niştecihên Amerîkayê îro ne li vir in.
  • 2:29 - 2:32
    Colombous, tu dizanî di mêtingehan de
    çi kir, dema ew der ava kirin?
  • 2:32 - 2:35
    Niştecihên ku yekem car dîtî, dîl girt
  • 2:35 - 2:41
    û nivîsî ku çawa niştecihên Amerîkayê
    bi hêsanî tên girtin û dibin kole.
  • 2:41 - 2:45
    "Of, hemî kes bi hev re şer dike.
  • 2:45 - 2:47
    Beriya Colombousî jî eşîrên Amerîkayê
  • 2:47 - 2:50
    bi hev re şer dikir û hev dîl digirt.
  • 2:50 - 2:53
    "Erê, lê şerê eşîran hinek xwezayî bû û
  • 2:53 - 2:56
    Ji 90%î gel nehat qirkirin.
  • 2:56 - 3:00
    "Hmm. Çima pîrozkirina roja Columbus
    ji bo we ewqas girîng e?"
  • 3:00 - 3:03
    "Birêz dadgeh, Sefera Columbusî ji bo me
  • 3:03 - 3:08
    sembola azadiyê û nîşaneya jiyaneke nû ye,
  • 3:08 - 3:11
    û keşfa Colombousî derfet çêkir
    ji bo kalikên me
  • 3:11 - 3:16
    ku bên vê derê, jiyaneke nû ava bikin.
  • 3:16 - 3:19
    Gelo mafê me tune ye em lehengê ku
  • 3:19 - 3:23
    bûye sembola têkoşîna penaberan
    bibîr bînin?"
  • 3:23 - 3:28
    ''Tu qala berxwedana niştecihên Amerîkayê
    ku du re hemû hatin qetilkirin nakî
  • 3:28 - 3:31
    û heta, îro jî zilm û zordarî
    li zarokên wan tên kirin
  • 3:31 - 3:33
    û xizan in.
  • 3:33 - 3:36
    Çawa mirovekî ku bûye
    sedema ewqas zordariyê, dibe leheng?"
  • 3:36 - 3:41
    "Tu nikarî bi awayekî modern
    mirovekî ji sedsala 15an darizînî.
  • 3:41 - 3:43
    Ji bo mirovên wê serdemê
  • 3:43 - 3:47
    belavkirina ola mesihî û
    şaristaniyê erkeke pîroz bû."
  • 3:47 - 3:51
    "Bi rastî ew li gor serdema xwe jî
    pir zordar bû.
  • 3:51 - 3:53
    Dema ku ew desthilatdarê Hispaniola bû,
  • 3:53 - 3:57
    li însanên ku zêr nedianîn,
    şkence dikir û ew însan seqet dibûn.
  • 3:57 - 4:00
    Wî keçikên neh salî dikirin koleyên seksê,
  • 4:00 - 4:03
    û ji mêtingehkarên din zêdetir zalim bû
  • 4:03 - 4:07
    û di dawiyê de derb li desthilatdariya wî
    hat xistin û ket girtîgehê.
  • 4:07 - 4:09
    ''Gava ku mîsyoner,
    Bartolomé de las Casas,
  • 4:09 - 4:11
    serdana giravê kir, nivîsî ku,
  • 4:11 - 4:17
    ji 1494an heta 1508an, nêzikê 3 mîlyon
    însan ji ber şer û koletiyê telef bûne.
  • 4:17 - 4:23
    Di siberojê de dê kî, baweriya xwe
    bi we bîne?''
  • 4:23 - 4:26
    "Bi rastî, ez ji van hejmaran
    bawer nakim.''
  • 4:26 - 4:29
    "Awayekî din nîn e ku vê rojê
    pîroz bikin?"
  • 4:29 - 4:31
    "Li hin welatên din yên Latîn Amerîkayê
  • 4:31 - 4:35
    heman rojê bi navekî din pîroz dikin,
    wek Día de la Raza.
  • 4:35 - 4:39
    Li wan deran wek roja berxwedana çanda xwe
  • 4:39 - 4:42
    li hember mêtingehkariyê pîroz dikin.
  • 4:42 - 4:45
    Hin deverên Amerîkayê, ev roj, bi navê
  • 4:45 - 4:48
    Roja Binecihên Amerîkî tê pîrozkirin,
  • 4:48 - 4:51
    û wateya rojê jî diguhere.''
  • 4:51 - 4:53
    "Ku pirsgirêk ev be,
    çima tenê nav naguherînin?"
  • 4:53 - 4:56
    "Ji ber ku ev kevneşopî ye.
  • 4:56 - 4:59
    Ji mirovên ji rêzê re
    leheng û çîrokên wan pewîst in.
  • 4:59 - 5:03
    Bêyî ku evqas lêkolînên tevlihev bikin,
  • 5:03 - 5:06
    em nikarin weke ku em bi hezar salan
    dikin, pîroz bikin?
  • 5:06 - 5:08
    Ev ne pîrozkirina komkujiyekê ye."
  • 5:09 - 5:13
    "Kevnoşopî diguherin û
    awayê ku em pîroz dikin
  • 5:13 - 5:15
    nirxên me nîşan dide. "
  • 5:15 - 5:21
    "Baş e, ez jî westiyam, rojeke ku
    ne nirxê îro ye darizînim."
  • 5:21 - 5:25
    Kevnoşopî û pîrozbahî ji bo hemû çandan
    girîng in,
  • 5:25 - 5:29
    lê lehengê çandekê belkî ji bo çandeke din
    zordar be.
  • 5:29 - 5:33
    Zanyariyên me yên dîrokî
    nirxên me jî diguherînin.
  • 5:33 - 5:36
    ji bo em bikarin wateya rastîn
    a kevneşopiyan fahm bikin,
  • 5:36 - 5:39
    , hewce ye em wan di dadgeha dîrokî de
    darizînin.
Title:
Christopher Columbus li Dadgeha Dîrokî - Alex Gendler
Speaker:
Alex Gendler
Description:

Tevahiya dersê binêre: http://ed.ted.com/lessons/history-vs-christopher-columbus-alonex-gendler

Li Amerîka'yê gelek mirov ji biçûkayî ve salvegera sefera Christopher Columbus pîroz dikin.Gelo Christopher Columbus keşfdarekî ku her du dinya gihandine hev e an zordarekî ku mêtingehî û koletî anî Amerîka'yê ye.Niha dema ku em Christopher Columbus têxin dadgehê.

Ders: Alex Gendler, anîmasyon: Brett Underhill.

more » « less
Video Language:
English
Team:
closed TED
Project:
TED-Ed
Duration:
05:55
Dimitra Papageorgiou edited Kurdish subtitles for History vs. Christopher Columbus
Dimitra Papageorgiou approved Kurdish subtitles for History vs. Christopher Columbus
ronya bewran accepted Kurdish subtitles for History vs. Christopher Columbus
Mehmet Sıddık Dilek edited Kurdish subtitles for History vs. Christopher Columbus
Mehmet Sıddık Dilek edited Kurdish subtitles for History vs. Christopher Columbus
Mehmet Sıddık Dilek edited Kurdish subtitles for History vs. Christopher Columbus
Mehmet Sıddık Dilek edited Kurdish subtitles for History vs. Christopher Columbus
Mehmet Sıddık Dilek edited Kurdish subtitles for History vs. Christopher Columbus

Kurdish subtitles

Revisions Compare revisions