1 00:00:06,300 --> 00:00:09,773 Li Amerîkayê gellek mirov ji biçûkatiyê ve 2 00:00:09,773 --> 00:00:14,054 salvegera Sefera Christopher Columbusî pîroz dikin. 3 00:00:14,054 --> 00:00:18,334 Gelo Christopher Columbus ew keşfdar bû ku her du dinya gihandin hev? 4 00:00:18,336 --> 00:00:22,611 an zordarekî bû ku mêtingerî û koletî anî Amerîkayê? 5 00:00:22,611 --> 00:00:26,252 Gelo bi rastî wî Amerîka keşf kir? 6 00:00:26,252 --> 00:00:32,274 Niha dem ew dem e ku em Christopher Columbus darizînin. 7 00:00:32,340 --> 00:00:34,700 "Bêdeng bin, bêdeng bin di dadgehê de, 8 00:00:34,700 --> 00:00:37,420 Ma divê ez îro bişixulim?" 9 00:00:37,520 --> 00:00:39,038 "Belê, birêz dadger, 10 00:00:39,038 --> 00:00:43,618 Ji 1792'an û vir ve 12ê Kewçêrê, li gelek deverên Amerîkayê 11 00:00:43,620 --> 00:00:46,980 wek roja Columbus tê pîrozkirin. 12 00:00:47,100 --> 00:00:51,017 Di sala 1934an de, ev roj bi awayê fermî wek betlane hat pejirandin, 13 00:00:51,017 --> 00:00:54,630 lê parêzgeh li ser vê biryarê neman. 14 00:00:54,783 --> 00:00:57,940 Bi tenê 23 parêzgehan, ev roj wek betlane qebûlkir, 15 00:00:57,940 --> 00:01:01,660 parêzgehên din karên xwe ranewestandin" 16 00:01:01,880 --> 00:01:03,320 "Xebînet e, heyf e, 17 00:01:03,329 --> 00:01:06,233 di salên 70yî de me bi sê rojan betlane dikir û 18 00:01:06,233 --> 00:01:08,875 em sê rojan bi şahî dijîn, 19 00:01:08,875 --> 00:01:12,008 lê mirovên vê heyamê ji pîrozbahiyan fahm nakin'' 20 00:01:12,008 --> 00:01:14,207 "Uh, Em dîsa çi pîroz dikin?" 21 00:01:14,207 --> 00:01:17,104 "Birêz dadger, em hemû li dibistanê hîn bûn. 22 00:01:17,104 --> 00:01:20,635 Christopher Columbus qralê Spanyayê qaneh kir ku 23 00:01:20,635 --> 00:01:23,147 rêyeke nû ya Hîndîstanê bibîne, 24 00:01:23,147 --> 00:01:27,054 lê ne di rojhilatî re, di rojavayî re. 25 00:01:27,054 --> 00:01:30,783 Hemû kesî got tu dîn î, dinya rast e, 26 00:01:30,980 --> 00:01:32,960 lê wî bêhtir dizanî. 27 00:01:32,968 --> 00:01:36,308 Dema di 1492yan de bi rê ket, 28 00:01:36,308 --> 00:01:38,580 wî ciyekî ji Hîndîstanê çêtir dît: 29 00:01:38,580 --> 00:01:40,593 parzemîneke nû." 30 00:01:40,593 --> 00:01:42,002 "Tev derew e. 31 00:01:42,002 --> 00:01:46,596 Ya ewil, însanên zanyar dizanîn ku dinya gulover e. 32 00:01:46,600 --> 00:01:49,800 Ya duyem Columbusî tiştek keşf nekir. 33 00:01:49,814 --> 00:01:52,617 Ji hezar sal zêdetir bû, mirov li wir dijîyan, 34 00:01:52,617 --> 00:01:55,272 û beriya ku Columbus biçe, Ewrûpî hatibûn Amerîkayê. 35 00:01:55,272 --> 00:01:59,561 500 sal beriya Columbus biçe, Vîkîng hatibûn Amerîkayê." 36 00:01:59,561 --> 00:02:03,640 "Nexwe çima li serê me hemûyan mîxferên Vîkîng'ê tune?" 37 00:02:03,640 --> 00:02:06,660 "Bi rastî tu car ew mîxfer bi kar neanîn." 38 00:02:06,978 --> 00:02:09,238 "Xema kê ye ku Vîkîng hatine? 39 00:02:09,240 --> 00:02:13,060 Vîkîngan dewam nekir, wenda bûn, lê Colombous'i dewam kir, 40 00:02:13,268 --> 00:02:16,411 û xeber gihişt hemû Ewrûpayê , 41 00:02:16,411 --> 00:02:20,442 gellek mirov hatin li Amerîkayê bi cî bûn. 42 00:02:20,442 --> 00:02:23,541 Ne ji wî bibûya yek ji me îro ne li vir bû." 43 00:02:23,541 --> 00:02:28,777 "Û bi xêra wî bi mîlyonan niştecihên Amerîkayê îro ne li vir in. 44 00:02:28,777 --> 00:02:32,200 Colombous, tu dizanî di mêtingehan de çi kir, dema ew der ava kirin? 45 00:02:32,200 --> 00:02:34,820 Niştecihên ku yekem car dîtî, dîl girt 46 00:02:34,822 --> 00:02:40,571 û nivîsî ku çawa niştecihên Amerîkayê bi hêsanî tên girtin û dibin kole. 47 00:02:40,571 --> 00:02:44,514 "Of, hemî kes bi hev re şer dike. 48 00:02:44,514 --> 00:02:46,594 Beriya Colombousî jî eşîrên Amerîkayê 49 00:02:46,600 --> 00:02:50,060 bi hev re şer dikir û hev dîl digirt. 50 00:02:50,062 --> 00:02:52,837 "Erê, lê şerê eşîran hinek xwezayî bû û 51 00:02:52,837 --> 00:02:56,241 Ji 90%î gel nehat qirkirin. 52 00:02:56,241 --> 00:02:59,949 "Hmm. Çima pîrozkirina roja Columbus ji bo we ewqas girîng e?" 53 00:02:59,949 --> 00:03:03,300 "Birêz dadgeh, Sefera Columbusî ji bo me 54 00:03:03,300 --> 00:03:08,280 sembola azadiyê û nîşaneya jiyaneke nû ye, 55 00:03:08,288 --> 00:03:11,045 û keşfa Colombousî derfet çêkir ji bo kalikên me 56 00:03:11,045 --> 00:03:15,562 ku bên vê derê, jiyaneke nû ava bikin. 57 00:03:15,760 --> 00:03:19,200 Gelo mafê me tune ye em lehengê ku 58 00:03:19,200 --> 00:03:22,920 bûye sembola têkoşîna penaberan bibîr bînin?" 59 00:03:22,925 --> 00:03:27,640 ''Tu qala berxwedana niştecihên Amerîkayê ku du re hemû hatin qetilkirin nakî 60 00:03:27,640 --> 00:03:31,420 û heta, îro jî zilm û zordarî li zarokên wan tên kirin 61 00:03:31,420 --> 00:03:32,680 û xizan in. 62 00:03:32,685 --> 00:03:36,300 Çawa mirovekî ku bûye sedema ewqas zordariyê, dibe leheng?" 63 00:03:36,300 --> 00:03:41,020 "Tu nikarî bi awayekî modern mirovekî ji sedsala 15an darizînî. 64 00:03:41,029 --> 00:03:43,075 Ji bo mirovên wê serdemê 65 00:03:43,075 --> 00:03:47,391 belavkirina ola mesihî û şaristaniyê erkeke pîroz bû." 66 00:03:47,391 --> 00:03:50,591 "Bi rastî ew li gor serdema xwe jî pir zordar bû. 67 00:03:50,600 --> 00:03:53,040 Dema ku ew desthilatdarê Hispaniola bû, 68 00:03:53,040 --> 00:03:56,580 li însanên ku zêr nedianîn, şkence dikir û ew însan seqet dibûn. 69 00:03:56,580 --> 00:03:59,895 Wî keçikên neh salî dikirin koleyên seksê, 70 00:03:59,895 --> 00:04:02,951 û ji mêtingehkarên din zêdetir zalim bû 71 00:04:02,951 --> 00:04:07,059 û di dawiyê de derb li desthilatdariya wî hat xistin û ket girtîgehê. 72 00:04:07,059 --> 00:04:09,313 ''Gava ku mîsyoner, Bartolomé de las Casas, 73 00:04:09,313 --> 00:04:11,097 serdana giravê kir, nivîsî ku, 74 00:04:11,097 --> 00:04:16,767 ji 1494an heta 1508an, nêzikê 3 mîlyon însan ji ber şer û koletiyê telef bûne. 75 00:04:16,767 --> 00:04:22,898 Di siberojê de dê kî, baweriya xwe bi we bîne?'' 76 00:04:23,000 --> 00:04:26,080 "Bi rastî, ez ji van hejmaran bawer nakim.'' 77 00:04:26,086 --> 00:04:29,398 "Awayekî din nîn e ku vê rojê pîroz bikin?" 78 00:04:29,398 --> 00:04:31,278 "Li hin welatên din yên Latîn Amerîkayê 79 00:04:31,278 --> 00:04:35,073 heman rojê bi navekî din pîroz dikin, wek Día de la Raza. 80 00:04:35,073 --> 00:04:38,780 Li wan deran wek roja berxwedana çanda xwe 81 00:04:38,780 --> 00:04:41,940 li hember mêtingehkariyê pîroz dikin. 82 00:04:41,949 --> 00:04:44,940 Hin deverên Amerîkayê, ev roj, bi navê 83 00:04:44,940 --> 00:04:48,080 Roja Binecihên Amerîkî tê pîrozkirin, 84 00:04:48,080 --> 00:04:50,740 û wateya rojê jî diguhere.'' 85 00:04:50,746 --> 00:04:53,440 "Ku pirsgirêk ev be, çima tenê nav naguherînin?" 86 00:04:53,440 --> 00:04:55,511 "Ji ber ku ev kevneşopî ye. 87 00:04:55,511 --> 00:04:59,004 Ji mirovên ji rêzê re leheng û çîrokên wan pewîst in. 88 00:04:59,004 --> 00:05:02,548 Bêyî ku evqas lêkolînên tevlihev bikin, 89 00:05:02,548 --> 00:05:05,573 em nikarin weke ku em bi hezar salan dikin, pîroz bikin? 90 00:05:05,573 --> 00:05:08,403 Ev ne pîrozkirina komkujiyekê ye." 91 00:05:08,610 --> 00:05:12,640 "Kevnoşopî diguherin û awayê ku em pîroz dikin 92 00:05:12,640 --> 00:05:14,600 nirxên me nîşan dide. " 93 00:05:14,600 --> 00:05:20,693 "Baş e, ez jî westiyam, rojeke ku ne nirxê îro ye darizînim." 94 00:05:20,840 --> 00:05:24,640 Kevnoşopî û pîrozbahî ji bo hemû çandan girîng in, 95 00:05:24,649 --> 00:05:28,518 lê lehengê çandekê belkî ji bo çandeke din zordar be. 96 00:05:28,518 --> 00:05:32,529 Zanyariyên me yên dîrokî nirxên me jî diguherînin. 97 00:05:32,529 --> 00:05:35,740 ji bo em bikarin wateya rastîn a kevneşopiyan fahm bikin, 98 00:05:35,740 --> 00:05:39,480 , hewce ye em wan di dadgeha dîrokî de darizînin.