WEBVTT 00:00:06.300 --> 00:00:09.773 Li Amerîkayê gellek mirov ji biçûkatiyê ve 00:00:09.773 --> 00:00:14.054 salvegera Sefera Christopher Columbusî pîroz dikin. 00:00:14.054 --> 00:00:18.334 Gelo Christopher Columbus ew keşfdar bû ku her du dinya gihandin hev? 00:00:18.336 --> 00:00:22.611 an zordarekî bû ku mêtingerî û koletî anî Amerîkayê? 00:00:22.611 --> 00:00:26.252 Gelo bi rastî wî Amerîka keşf kir? 00:00:26.252 --> 00:00:32.274 Niha dem ew dem e ku em Christopher Columbus darizînin. 00:00:32.340 --> 00:00:34.700 "Bêdeng bin, bêdeng bin di dadgehê de, 00:00:34.700 --> 00:00:37.420 Ma divê ez îro bişixulim?" 00:00:37.520 --> 00:00:39.038 "Belê, birêz dadger, 00:00:39.038 --> 00:00:43.618 Ji 1792'an û vir ve 12ê Kewçêrê, li gelek deverên Amerîkayê 00:00:43.620 --> 00:00:46.980 wek roja Columbus tê pîrozkirin. 00:00:47.100 --> 00:00:51.017 Di sala 1934an de, ev roj bi awayê fermî wek betlane hat pejirandin, 00:00:51.017 --> 00:00:54.630 lê parêzgeh li ser vê biryarê neman. 00:00:54.783 --> 00:00:57.940 Bi tenê 23 parêzgehan, ev roj wek betlane qebûlkir, 00:00:57.940 --> 00:01:01.660 parêzgehên din karên xwe ranewestandin" 00:01:01.880 --> 00:01:03.320 "Xebînet e, heyf e, 00:01:03.329 --> 00:01:06.233 di salên 70yî de me bi sê rojan betlane dikir û 00:01:06.233 --> 00:01:08.875 em sê rojan bi şahî dijîn, 00:01:08.875 --> 00:01:12.008 lê mirovên vê heyamê ji pîrozbahiyan fahm nakin'' 00:01:12.008 --> 00:01:14.207 "Uh, Em dîsa çi pîroz dikin?" 00:01:14.207 --> 00:01:17.104 "Birêz dadger, em hemû li dibistanê hîn bûn. 00:01:17.104 --> 00:01:20.635 Christopher Columbus qralê Spanyayê qaneh kir ku 00:01:20.635 --> 00:01:23.147 rêyeke nû ya Hîndîstanê bibîne, 00:01:23.147 --> 00:01:27.054 lê ne di rojhilatî re, di rojavayî re. 00:01:27.054 --> 00:01:30.783 Hemû kesî got tu dîn î, dinya rast e, 00:01:30.980 --> 00:01:32.960 lê wî bêhtir dizanî. 00:01:32.968 --> 00:01:36.308 Dema di 1492yan de bi rê ket, 00:01:36.308 --> 00:01:38.580 wî ciyekî ji Hîndîstanê çêtir dît: 00:01:38.580 --> 00:01:40.593 parzemîneke nû." 00:01:40.593 --> 00:01:42.002 "Tev derew e. 00:01:42.002 --> 00:01:46.596 Ya ewil, însanên zanyar dizanîn ku dinya gulover e. 00:01:46.600 --> 00:01:49.800 Ya duyem Columbusî tiştek keşf nekir. 00:01:49.814 --> 00:01:52.617 Ji hezar sal zêdetir bû, mirov li wir dijîyan, 00:01:52.617 --> 00:01:55.272 û beriya ku Columbus biçe, Ewrûpî hatibûn Amerîkayê. 00:01:55.272 --> 00:01:59.561 500 sal beriya Columbus biçe, Vîkîng hatibûn Amerîkayê." 00:01:59.561 --> 00:02:03.640 "Nexwe çima li serê me hemûyan mîxferên Vîkîng'ê tune?" 00:02:03.640 --> 00:02:06.660 "Bi rastî tu car ew mîxfer bi kar neanîn." 00:02:06.978 --> 00:02:09.238 "Xema kê ye ku Vîkîng hatine? 00:02:09.240 --> 00:02:13.060 Vîkîngan dewam nekir, wenda bûn, lê Colombous'i dewam kir, 00:02:13.268 --> 00:02:16.411 û xeber gihişt hemû Ewrûpayê , 00:02:16.411 --> 00:02:20.442 gellek mirov hatin li Amerîkayê bi cî bûn. 00:02:20.442 --> 00:02:23.541 Ne ji wî bibûya yek ji me îro ne li vir bû." 00:02:23.541 --> 00:02:28.777 "Û bi xêra wî bi mîlyonan niştecihên Amerîkayê îro ne li vir in. 00:02:28.777 --> 00:02:32.200 Colombous, tu dizanî di mêtingehan de çi kir, dema ew der ava kirin? 00:02:32.200 --> 00:02:34.820 Niştecihên ku yekem car dîtî, dîl girt 00:02:34.822 --> 00:02:40.571 û nivîsî ku çawa niştecihên Amerîkayê bi hêsanî tên girtin û dibin kole. 00:02:40.571 --> 00:02:44.514 "Of, hemî kes bi hev re şer dike. 00:02:44.514 --> 00:02:46.594 Beriya Colombousî jî eşîrên Amerîkayê 00:02:46.600 --> 00:02:50.060 bi hev re şer dikir û hev dîl digirt. 00:02:50.062 --> 00:02:52.837 "Erê, lê şerê eşîran hinek xwezayî bû û 00:02:52.837 --> 00:02:56.241 Ji 90%î gel nehat qirkirin. 00:02:56.241 --> 00:02:59.949 "Hmm. Çima pîrozkirina roja Columbus ji bo we ewqas girîng e?" 00:02:59.949 --> 00:03:03.300 "Birêz dadgeh, Sefera Columbusî ji bo me 00:03:03.300 --> 00:03:08.280 sembola azadiyê û nîşaneya jiyaneke nû ye, 00:03:08.288 --> 00:03:11.045 û keşfa Colombousî derfet çêkir ji bo kalikên me 00:03:11.045 --> 00:03:15.562 ku bên vê derê, jiyaneke nû ava bikin. 00:03:15.760 --> 00:03:19.200 Gelo mafê me tune ye em lehengê ku 00:03:19.200 --> 00:03:22.920 bûye sembola têkoşîna penaberan bibîr bînin?" 00:03:22.925 --> 00:03:27.640 ''Tu qala berxwedana niştecihên Amerîkayê ku du re hemû hatin qetilkirin nakî 00:03:27.640 --> 00:03:31.420 û heta, îro jî zilm û zordarî li zarokên wan tên kirin 00:03:31.420 --> 00:03:32.680 û xizan in. 00:03:32.685 --> 00:03:36.300 Çawa mirovekî ku bûye sedema ewqas zordariyê, dibe leheng?" 00:03:36.300 --> 00:03:41.020 "Tu nikarî bi awayekî modern mirovekî ji sedsala 15an darizînî. 00:03:41.029 --> 00:03:43.075 Ji bo mirovên wê serdemê 00:03:43.075 --> 00:03:47.391 belavkirina ola mesihî û şaristaniyê erkeke pîroz bû." 00:03:47.391 --> 00:03:50.591 "Bi rastî ew li gor serdema xwe jî pir zordar bû. 00:03:50.600 --> 00:03:53.040 Dema ku ew desthilatdarê Hispaniola bû, 00:03:53.040 --> 00:03:56.580 li însanên ku zêr nedianîn, şkence dikir û ew însan seqet dibûn. 00:03:56.580 --> 00:03:59.895 Wî keçikên neh salî dikirin koleyên seksê, 00:03:59.895 --> 00:04:02.951 û ji mêtingehkarên din zêdetir zalim bû 00:04:02.951 --> 00:04:07.059 û di dawiyê de derb li desthilatdariya wî hat xistin û ket girtîgehê. 00:04:07.059 --> 00:04:09.313 ''Gava ku mîsyoner, Bartolomé de las Casas, 00:04:09.313 --> 00:04:11.097 serdana giravê kir, nivîsî ku, 00:04:11.097 --> 00:04:16.767 ji 1494an heta 1508an, nêzikê 3 mîlyon însan ji ber şer û koletiyê telef bûne. 00:04:16.767 --> 00:04:22.898 Di siberojê de dê kî, baweriya xwe bi we bîne?'' 00:04:23.000 --> 00:04:26.080 "Bi rastî, ez ji van hejmaran bawer nakim.'' 00:04:26.086 --> 00:04:29.398 "Awayekî din nîn e ku vê rojê pîroz bikin?" 00:04:29.398 --> 00:04:31.278 "Li hin welatên din yên Latîn Amerîkayê 00:04:31.278 --> 00:04:35.073 heman rojê bi navekî din pîroz dikin, wek Día de la Raza. 00:04:35.073 --> 00:04:38.780 Li wan deran wek roja berxwedana çanda xwe 00:04:38.780 --> 00:04:41.940 li hember mêtingehkariyê pîroz dikin. 00:04:41.949 --> 00:04:44.940 Hin deverên Amerîkayê, ev roj, bi navê 00:04:44.940 --> 00:04:48.080 Roja Binecihên Amerîkî tê pîrozkirin, 00:04:48.080 --> 00:04:50.740 û wateya rojê jî diguhere.'' 00:04:50.746 --> 00:04:53.440 "Ku pirsgirêk ev be, çima tenê nav naguherînin?" 00:04:53.440 --> 00:04:55.511 "Ji ber ku ev kevneşopî ye. 00:04:55.511 --> 00:04:59.004 Ji mirovên ji rêzê re leheng û çîrokên wan pewîst in. 00:04:59.004 --> 00:05:02.548 Bêyî ku evqas lêkolînên tevlihev bikin, 00:05:02.548 --> 00:05:05.573 em nikarin weke ku em bi hezar salan dikin, pîroz bikin? 00:05:05.573 --> 00:05:08.403 Ev ne pîrozkirina komkujiyekê ye." 00:05:08.610 --> 00:05:12.640 "Kevnoşopî diguherin û awayê ku em pîroz dikin 00:05:12.640 --> 00:05:14.600 nirxên me nîşan dide. " 00:05:14.600 --> 00:05:20.693 "Baş e, ez jî westiyam, rojeke ku ne nirxê îro ye darizînim." 00:05:20.840 --> 00:05:24.640 Kevnoşopî û pîrozbahî ji bo hemû çandan girîng in, 00:05:24.649 --> 00:05:28.518 lê lehengê çandekê belkî ji bo çandeke din zordar be. 00:05:28.518 --> 00:05:32.529 Zanyariyên me yên dîrokî nirxên me jî diguherînin. 00:05:32.529 --> 00:05:35.740 ji bo em bikarin wateya rastîn a kevneşopiyan fahm bikin, 00:05:35.740 --> 00:05:39.480 , hewce ye em wan di dadgeha dîrokî de darizînin.