Li Amerîkayê gellek mirov ji biçûkatiyê ve salvegera Sefera Christopher Columbusî pîroz dikin. Gelo Christopher Columbus ew keşfdar bû ku her du dinya gihandin hev? an zordarekî bû ku mêtingerî û koletî anî Amerîkayê? Gelo bi rastî wî Amerîka keşf kir? Niha dem ew dem e ku em Christopher Columbus darizînin. "Bêdeng bin, bêdeng bin di dadgehê de, Ma divê ez îro bişixulim?" "Belê, birêz dadger, Ji 1792'an û vir ve 12ê Kewçêrê, li gelek deverên Amerîkayê wek roja Columbus tê pîrozkirin. Di sala 1934an de, ev roj bi awayê fermî wek betlane hat pejirandin, lê parêzgeh li ser vê biryarê neman. Bi tenê 23 parêzgehan, ev roj wek betlane qebûlkir, parêzgehên din karên xwe ranewestandin" "Xebînet e, heyf e, di salên 70yî de me bi sê rojan betlane dikir û em sê rojan bi şahî dijîn, lê mirovên vê heyamê ji pîrozbahiyan fahm nakin'' "Uh, Em dîsa çi pîroz dikin?" "Birêz dadger, em hemû li dibistanê hîn bûn. Christopher Columbus qralê Spanyayê qaneh kir ku rêyeke nû ya Hîndîstanê bibîne, lê ne di rojhilatî re, di rojavayî re. Hemû kesî got tu dîn î, dinya rast e, lê wî bêhtir dizanî. Dema di 1492yan de bi rê ket, wî ciyekî ji Hîndîstanê çêtir dît: parzemîneke nû." "Tev derew e. Ya ewil, însanên zanyar dizanîn ku dinya gulover e. Ya duyem Columbusî tiştek keşf nekir. Ji hezar sal zêdetir bû, mirov li wir dijîyan, û beriya ku Columbus biçe, Ewrûpî hatibûn Amerîkayê. 500 sal beriya Columbus biçe, Vîkîng hatibûn Amerîkayê." "Nexwe çima li serê me hemûyan mîxferên Vîkîng'ê tune?" "Bi rastî tu car ew mîxfer bi kar neanîn." "Xema kê ye ku Vîkîng hatine? Vîkîngan dewam nekir, wenda bûn, lê Colombous'i dewam kir, û xeber gihişt hemû Ewrûpayê , gellek mirov hatin li Amerîkayê bi cî bûn. Ne ji wî bibûya yek ji me îro ne li vir bû." "Û bi xêra wî bi mîlyonan niştecihên Amerîkayê îro ne li vir in. Colombous, tu dizanî di mêtingehan de çi kir, dema ew der ava kirin? Niştecihên ku yekem car dîtî, dîl girt û nivîsî ku çawa niştecihên Amerîkayê bi hêsanî tên girtin û dibin kole. "Of, hemî kes bi hev re şer dike. Beriya Colombousî jî eşîrên Amerîkayê bi hev re şer dikir û hev dîl digirt. "Erê, lê şerê eşîran hinek xwezayî bû û Ji 90%î gel nehat qirkirin. "Hmm. Çima pîrozkirina roja Columbus ji bo we ewqas girîng e?" "Birêz dadgeh, Sefera Columbusî ji bo me sembola azadiyê û nîşaneya jiyaneke nû ye, û keşfa Colombousî derfet çêkir ji bo kalikên me ku bên vê derê, jiyaneke nû ava bikin. Gelo mafê me tune ye em lehengê ku bûye sembola têkoşîna penaberan bibîr bînin?" ''Tu qala berxwedana niştecihên Amerîkayê ku du re hemû hatin qetilkirin nakî û heta, îro jî zilm û zordarî li zarokên wan tên kirin û xizan in. Çawa mirovekî ku bûye sedema ewqas zordariyê, dibe leheng?" "Tu nikarî bi awayekî modern mirovekî ji sedsala 15an darizînî. Ji bo mirovên wê serdemê belavkirina ola mesihî û şaristaniyê erkeke pîroz bû." "Bi rastî ew li gor serdema xwe jî pir zordar bû. Dema ku ew desthilatdarê Hispaniola bû, li însanên ku zêr nedianîn, şkence dikir û ew însan seqet dibûn. Wî keçikên neh salî dikirin koleyên seksê, û ji mêtingehkarên din zêdetir zalim bû û di dawiyê de derb li desthilatdariya wî hat xistin û ket girtîgehê. ''Gava ku mîsyoner, Bartolomé de las Casas, serdana giravê kir, nivîsî ku, ji 1494an heta 1508an, nêzikê 3 mîlyon însan ji ber şer û koletiyê telef bûne. Di siberojê de dê kî, baweriya xwe bi we bîne?'' "Bi rastî, ez ji van hejmaran bawer nakim.'' "Awayekî din nîn e ku vê rojê pîroz bikin?" "Li hin welatên din yên Latîn Amerîkayê heman rojê bi navekî din pîroz dikin, wek Día de la Raza. Li wan deran wek roja berxwedana çanda xwe li hember mêtingehkariyê pîroz dikin. Hin deverên Amerîkayê, ev roj, bi navê Roja Binecihên Amerîkî tê pîrozkirin, û wateya rojê jî diguhere.'' "Ku pirsgirêk ev be, çima tenê nav naguherînin?" "Ji ber ku ev kevneşopî ye. Ji mirovên ji rêzê re leheng û çîrokên wan pewîst in. Bêyî ku evqas lêkolînên tevlihev bikin, em nikarin weke ku em bi hezar salan dikin, pîroz bikin? Ev ne pîrozkirina komkujiyekê ye." "Kevnoşopî diguherin û awayê ku em pîroz dikin nirxên me nîşan dide. " "Baş e, ez jî westiyam, rojeke ku ne nirxê îro ye darizînim." Kevnoşopî û pîrozbahî ji bo hemû çandan girîng in, lê lehengê çandekê belkî ji bo çandeke din zordar be. Zanyariyên me yên dîrokî nirxên me jî diguherînin. ji bo em bikarin wateya rastîn a kevneşopiyan fahm bikin, , hewce ye em wan di dadgeha dîrokî de darizînin.