Çîroka Malbata Akune - Wendell Oshiro
-
0:06 - 0:09Gellek çîrokên trajîk û balkêş
-
0:09 - 0:12derbarê şerê cîhanê yê duyem de hene.
-
0:12 - 0:15Lê çîroka herî dilêş ya malbata Akune ye
-
0:15 - 0:17ku şer ew ji hev veqetandiya.
-
0:17 - 0:23Wan li dijî hev û li dijî nasnameya xwe
şer kirin. -
0:23 - 0:26Ichiro Akune û jina xwe Yukiye
-
0:26 - 0:29ji bo derfetên jiyanê
-
0:29 - 0:31ji Japonya’yê koçî Amerîka’yê bûn.
-
0:31 - 0:34Li California’yê dikana mêwefiroşiyê
vekir, -
0:34 - 0:37û neh zarokên xwe mezin kirin.
-
0:37 - 0:40Lê piştî sala 1933 xanima Akune mir ,
-
0:40 - 0:43zarok û bavê xwe vegeriyan Japonya’yê,
-
0:43 - 0:45hatin cem nasên xwe.
-
0:45 - 0:48Lê piştî jiyîna li Amerîka’yê
-
0:48 - 0:51hînbûna jiyaneke nû dijwar bû.
-
0:51 - 0:54Birayê mezin Harry, ji mamê xwe
-
0:54 - 0:59fêrî ziman û çanda Japonî bû.
-
0:59 - 1:02Dîsa jî Harry û
birayê xwe Ken -
1:02 - 1:04dema mezin bûn,
-
1:04 - 1:07vegeriyan devera ku
wek welat dihesibandin, -
1:07 - 1:09hatin Los Angeles’ê.
-
1:09 - 1:15Lê berfanbara 1941'î
êrîşa Pearl Harbor çê bû. -
1:15 - 1:18Dema şerê Amerîka û Japonya’yê,
-
1:18 - 1:24Amerîka ji welatiyên xwe yên ku
eslê wan Japon bû -
1:24 - 1:25ne ewle bû.
-
1:26 - 1:31Di sala 1942’yan de, 120,000 Japonên
welatiyên Amerîka’yê -
1:31 - 1:33ji jiyana xwe ya sivîl hatin bidûrxistin
-
1:33 - 1:37bi zordarî di qampên wek girtigehan de
hatin bicîkirin. -
1:37 - 1:40Mirovên wek Harry û Ken
-
1:40 - 1:44ku welatiyen du-alî ne û li Amerîka ji dayik bûne jî
-
1:44 - 1:47xistin nava qampan.
-
1:47 - 1:51Her du bira niha ji Japonya’yê dûr in,
-
1:51 - 1:56li qampeke Colorado’yê,
ji dinyayê bêxeber dijîn. -
1:56 - 2:00Lê dema sîxurên artêşa Amerîka’yê
tên qampê, -
2:00 - 2:04li kesên ku bi Japonî dizanin, digerin,
-
2:04 - 2:06çîroka wan diguhere.
-
2:06 - 2:10Herçiqas zordarî û zehmetî ditîbin
jî,Harry û Ken -
2:10 - 2:13Ji bo ku ji qampê xilas bibin
û dilsoziya xwe nîşan bidin -
2:13 - 2:16beşdarî artêşa Amerîka’yê dibin.
-
2:16 - 2:17Piştî perwerdeyê,
-
2:17 - 2:19dest bi kar dikin,
-
2:19 - 2:21belgeyên bidestketî werdigerînin,
-
2:21 - 2:23pirsan ji leşkerên Japon dikin,
-
2:23 - 2:26û ji bo ku leşkerên Japonyayî teslîm bibin
-
2:26 - 2:30bi japonî propagandayê dikin.
-
2:30 - 2:33Her du bira karên hêja dikin,
-
2:33 - 2:35zanyariyên stratejîk bi dest dixin,
-
2:35 - 2:38cihe leşkerên japon deşîfre dikin.
-
2:38 - 2:43Lê di artêşê de rastî cihêbûnê
û bê ewlehiyê tên. -
2:43 - 2:46Carekê dema bi paraşutê dadikevin,
-
2:46 - 2:49di nav çeperê dijmin de winda dibin.
-
2:49 - 2:51Lê hevalên Harry
-
2:51 - 2:55jê ewle nabin ku çek bidinê.
-
2:55 - 2:58Dîsa jî her du bira heta dawiya şer
-
2:58 - 3:00bi dilsozî xizmet dikirin.
-
3:00 - 3:06Lê ne tenê Harry û Ken,
kesên ji malbata Akune’yê şer kirin. -
3:06 - 3:08Her du birayên biçûktir,
-
3:08 - 3:12zarokên sêyem û çarem yên
ji malbata Akune, -
3:12 - 3:16saburo di artêşa Japonya’yê de
-
3:16 - 3:18di hêzên asîmanî de xizmet kir.
-
3:18 - 3:24Birayê biçûk yê 15 salî Shiro
ji bo Japonya'yê leşker peyda kirin. -
3:24 - 3:29Piştî şer, Harry û Ken
dema li herêmên dagirkirî dixebitîn, -
3:29 - 3:32wek xaîn dihatin dîtin.
-
3:32 - 3:35Wexta hemû bira li Kagoshima’yê
-
3:35 - 3:38hatin cem hev diyar dibe ku
-
3:38 - 3:42li eniyên cuda li dijî hev şer kirine.
-
3:42 - 3:45Pev dikevin, dike ku di navbera wan de
şer derkeve, -
3:45 - 3:47lê bavê wan tê û wan li hev tîne.
-
3:47 - 3:51Saburo û Shiro bi Harry û Ken re
diçin California’yê, -
3:51 - 3:54dûre di şerê Kore’yê de
-
3:54 - 3:57di artêşa Amerîka’yê de şer dikin.
-
3:57 - 4:00Di sala 1988'an de Dewleta Amerîka’yê
-
4:00 - 4:04ji bo zordariya qampên Japonan
-
4:04 - 4:07tazmînat da mexduran.
-
4:07 - 4:13Harry digel ewqas fêrkirinê
sipasiyan li Mamê xwe nekir, -
4:13 - 4:15pir poşman bû.
-
4:15 - 4:19Çîroka birayên Akune’yê gellek watedar e:
-
4:19 - 4:21malbatekê ji ber neçariyê ji hev vediqete,
-
4:21 - 4:24bê ewlehiya Amerîka bo
welatiyên xwe yên japon, -
4:24 - 4:28û têkoşîna di navbera di nasnamayan de.
-
4:29 - 4:33Herwiha ev, çîrokeke girîng a
dîroka Amerîka’yê ye: -
4:33 - 4:38Çawa zordarî li penaberan hatiye kirin
û têkoşîna penaberan a biserketî. -
4:39 - 4:40Ders: Wendell Oshiro,
-
4:40 - 4:42Xwendin: Addison Anderson
-
4:42 - 4:43Anîmasyon: Brandon Denmark.
- Title:
- Çîroka Malbata Akune - Wendell Oshiro
- Description:
-
Gellek çîrokên trajîk yê Şerê Cîhanê yê Duyem hene.Yek ji wan çîrokan ya malbata Akune'yê ye. Bira li aliyên cuda li dijî neteweya xwe şer dikin.
Ders û Xwendin: Wendell Oshiro, anîmasyon: Brandon Denmark.
- Video Language:
- English
- Team:
closed TED
- Project:
- TED-Ed
- Duration:
- 04:54
![]() |
Ahmed Yousify approved Kurdish subtitles for The Akune brothers: Siblings on opposite sides of war - Wendell Oshiro | |
![]() |
Ahmed Yousify edited Kurdish subtitles for The Akune brothers: Siblings on opposite sides of war - Wendell Oshiro | |
![]() |
Ahmed Yousify edited Kurdish subtitles for The Akune brothers: Siblings on opposite sides of war - Wendell Oshiro | |
![]() |
Ahmed Yousify edited Kurdish subtitles for The Akune brothers: Siblings on opposite sides of war - Wendell Oshiro | |
![]() |
Mehmet Sıddık Dilek accepted Kurdish subtitles for The Akune brothers: Siblings on opposite sides of war - Wendell Oshiro | |
![]() |
Mehmet Sıddık Dilek edited Kurdish subtitles for The Akune brothers: Siblings on opposite sides of war - Wendell Oshiro | |
![]() |
Mehmet Sıddık Dilek edited Kurdish subtitles for The Akune brothers: Siblings on opposite sides of war - Wendell Oshiro | |
![]() |
Mehmet Sıddık Dilek commented on Kurdish subtitles for The Akune brothers: Siblings on opposite sides of war - Wendell Oshiro |
Mehmet Sıddık Dilek
Çîroka Malbata Akune
Gellek çîrokên trajîk yê Şerê Cîhanê yê Duyem he ne.Yek ji wan çîrokan ya malbata Akune'yê ye. Bira li aliyên cuda li dijî neteweya xwe şer dikin.
Ders: Wendell Oshiro, anîmasyon: Brandon Denmark.
Mehmet Sıddık Dilek
Çîroka Malbata Akune
Gellek çîrokên trajîk yê Şerê Cîhanê yê Duyem hene.Yek ji wan çîrokan ya malbata Akune'yê ye. Bira li aliyên cuda li dijî neteweya xwe şer dikin.
Ders: Wendell Oshiro, anîmasyon: Brandon Denmark.