< Return to Video

Bi Bandora Trênê Çawa Saeta Standart Pêk Hat? - William Heuisler

  • 0:13 - 0:16
    Bi pêşketin û belavbûna xeta trênê
  • 0:16 - 0:18
    gellek guhertin li Amerîka’yê
  • 0:18 - 0:19
    pêk hatin.
  • 0:19 - 0:20
    Bi çêkirina xeta trênê
  • 0:20 - 0:22
    bi hezaran mirov bûn xwedî kar,
  • 0:22 - 0:24
    bajarên nû hatin avakirin,
  • 0:24 - 0:25
    bazirganî geş bû,
  • 0:25 - 0:26
    çûn û hatin bileztir bû,
  • 0:26 - 0:29
    û hemû jiyana gel pêş ket.
  • 0:30 - 0:31
    Lê guhertina herî balkêş
  • 0:31 - 0:33
    kêm tê zanîn:
  • 0:33 - 0:36
    Dema yekgirtî ya standart.
  • 0:36 - 0:39
    Îro em dizanin ku li Los Angeles’ê
    saet 06:28 be
  • 0:39 - 0:41
    li New York’ê 09:28,
  • 0:41 - 0:43
    li London’ê 14:28,
  • 0:43 - 0:45
    li Moscow’ê 17:28,
  • 0:45 - 0:48
    û li Tokyo’ê 22:28 e.
  • 0:48 - 0:49
    Li her derê dinyayê
  • 0:49 - 0:51
    xulek û saniye wekhev in.
  • 0:51 - 0:53
    Lê berî xeta trênê
  • 0:53 - 0:55
    pêdivî bi saeta netewî û cîhanî tune bû,
  • 0:55 - 0:58
    her bajarî saeta xwe ya herêmî bikardianî.
  • 0:58 - 1:00
    Lewre li Chicago’yê saet 12.00 bû,
  • 1:00 - 1:02
    li Indianapolisê 12:07 ,
  • 1:02 - 1:04
    li St. Louis’ê 11:50,
  • 1:04 - 1:07
    li Omaha’yê 11:27 bû.
  • 1:07 - 1:09
    Ev pergal di dema hespan de
  • 1:09 - 1:11
    bê pirsgirêk dimeşiya,
  • 1:11 - 1:13
    lê bi bikaranîna trênê re
  • 1:13 - 1:14
    gellek pirsgirêk derketin.
  • 1:14 - 1:16
    Bi saetên cuda yên herêmî,
  • 1:16 - 1:18
    bernameya trênê dê çawa çêbe?
  • 1:18 - 1:21
    Ku her trên saeteke cuda bikar bîne,
  • 1:21 - 1:23
    çawa tevlihevî û qeza bên astegkirin?
  • 1:23 - 1:26
    Ku trên ji stasyonekê saet 12:14 derkeve,
  • 1:26 - 1:29
    piştî 22 xulekan, li stasyona din
  • 1:29 - 1:32
    saet 12:31 be, tevlihevî çêdibin.
  • 1:32 - 1:33
    Ji bo ku ev tevlihevî çênebin,
  • 1:33 - 1:35
    li Amerîka û Kanada’yê
  • 1:35 - 1:37
    saeta yekgirtî ya standart
  • 1:37 - 1:40
    di sala 1883’yan de hat sazkirin.
  • 1:40 - 1:42
    Vê sazkirinê rê li ber
  • 1:42 - 1:44
    tevlihevî û qezayên bixeter girt.
  • 1:44 - 1:47
    Lê raya giştî saeta yekgirtî
    bi hêsanî nepejirand,
  • 1:47 - 1:50
    li gellek bajaran bikaranîna saeta herêmî
  • 1:50 - 1:51
    dewam kir.
  • 1:51 - 1:55
    Heta li gellek bajaran saetek ji bo
    saeta herêmî,
  • 1:55 - 1:59
    yeka din jî ji bo xeta trênê
    hat bikaranîn.
  • 1:59 - 2:00
    Li vê pirsê binêrin:
  • 2:00 - 2:02
    "Biborin, saet çend e?"
  • 2:02 - 2:04
    "Kîjan saetê hûn dixwazin?
  • 2:04 - 2:08
    Saeta herêmî 12:13 e, ya trênê 12.16 e."
  • 2:08 - 2:11
    Di dawiyê de saeta standart biser ket,
  • 2:11 - 2:14
    û di sala 1918'an de
  • 2:14 - 2:17
    bi zagonê hat qebûlkirin.
  • 2:18 - 2:21
    Ji hingî ve gellek veguhestin hatin kirin,
  • 2:21 - 2:23
    lê konsepta saeta yekgirtî ya standart
  • 2:23 - 2:25
    hat parastin.
  • 2:25 - 2:27
    Amerîka ne welatê yekem e
  • 2:27 - 2:29
    ku saeta yekbûyî bikaraniye.
  • 2:29 - 2:31
    Yekem car saeta yekgirtî li Brîtanya’yê
  • 2:31 - 2:35
    di sala 1840’î de ji aliyê
    şîrketên trênê ve hat bikaranîn,
  • 2:35 - 2:38
    û heta 1847'an hemû şîrketên Brîtanya’yê
  • 2:38 - 2:41
    saeta Greenwich [G.M.T.] bikar anîn.
  • 2:41 - 2:44
    Dewleta Brîtanya’yê di sala 1880’yî de
  • 2:44 - 2:47
    ev saet bi awayê fermî pejirand.
  • 2:47 - 2:49
    Bi pejirandina vê zagonê
  • 2:49 - 2:51
    yekem car saeta standart saz bû,
  • 2:51 - 2:53
    saetên yekem yên rojê
  • 2:53 - 2:56
    li Asya’yê û li giravên başurê Pasîfîk’ê
    dest pê dikin.
  • 2:56 - 2:58
    Xeta navnetewî ya demî
  • 2:58 - 2:59
    di okyanûsa Pasîfîk’ê re,
  • 2:59 - 3:01
    li dijî rexê dinyayê yê Greenwich
  • 3:01 - 3:03
    derbas dibe.
  • 3:03 - 3:04
    Bi xeta trênê,
  • 3:04 - 3:06
    saeta standart saz bû.
  • 3:06 - 3:08
    Bi salan trên gellek pêş ketin
  • 3:08 - 3:10
    û her dem li seranserê dinyayê
  • 3:10 - 3:12
    bûn hîmeke veguhestinê.
  • 3:12 - 3:14
    Di metroya New York City’yê de,
  • 3:14 - 3:16
    li Kanada’yê,
  • 3:16 - 3:18
    di tramvaya San Francisco’yê de,
  • 3:18 - 3:21
    hemû kes dizane saet çend e.
  • 3:21 - 3:24
    Spasî li wan,em jî dizanin!
Title:
Bi Bandora Trênê Çawa Saeta Standart Pêk Hat? - William Heuisler
Description:

Tevahiya dersê bibîne: http://ed.ted.com/lessons/how-did-trains-standardize-time-in-the-united-states-william-heuisler

Saeta we li gor kîjan saeta yekgirtî ya standart e.Meze bikin gelo çawa saeta yekgirtî ya standart bi bondaora xeta trênê çêbû?

Ders: William Heuisler, anîmasyon: Flaming Medusa Studios Inc.

more » « less
Video Language:
English
Team:
closed TED
Project:
TED-Ed
Duration:
03:35

Kurdish subtitles

Revisions Compare revisions