Bi pêşketin û belavbûna xeta trênê gellek guhertin li Amerîka’yê pêk hatin. Bi çêkirina xeta trênê bi hezaran mirov bûn xwedî kar, bajarên nû hatin avakirin, bazirganî geş bû, çûn û hatin bileztir bû, û hemû jiyana gel pêş ket. Lê guhertina herî balkêş kêm tê zanîn: Dema yekgirtî ya standart. Îro em dizanin ku li Los Angeles’ê saet 06:28 be li New York’ê 09:28, li London’ê 14:28, li Moscow’ê 17:28, û li Tokyo’ê 22:28 e. Li her derê dinyayê xulek û saniye wekhev in. Lê berî xeta trênê pêdivî bi saeta netewî û cîhanî tune bû, her bajarî saeta xwe ya herêmî bikardianî. Lewre li Chicago’yê saet 12.00 bû, li Indianapolisê 12:07 , li St. Louis’ê 11:50, li Omaha’yê 11:27 bû. Ev pergal di dema hespan de bê pirsgirêk dimeşiya, lê bi bikaranîna trênê re gellek pirsgirêk derketin. Bi saetên cuda yên herêmî, bernameya trênê dê çawa çêbe? Ku her trên saeteke cuda bikar bîne, çawa tevlihevî û qeza bên astegkirin? Ku trên ji stasyonekê saet 12:14 derkeve, piştî 22 xulekan, li stasyona din saet 12:31 be, tevlihevî çêdibin. Ji bo ku ev tevlihevî çênebin, li Amerîka û Kanada’yê saeta yekgirtî ya standart di sala 1883’yan de hat sazkirin. Vê sazkirinê rê li ber tevlihevî û qezayên bixeter girt. Lê raya giştî saeta yekgirtî bi hêsanî nepejirand, li gellek bajaran bikaranîna saeta herêmî dewam kir. Heta li gellek bajaran saetek ji bo saeta herêmî, yeka din jî ji bo xeta trênê hat bikaranîn. Li vê pirsê binêrin: "Biborin, saet çend e?" "Kîjan saetê hûn dixwazin? Saeta herêmî 12:13 e, ya trênê 12.16 e." Di dawiyê de saeta standart biser ket, û di sala 1918'an de bi zagonê hat qebûlkirin. Ji hingî ve gellek veguhestin hatin kirin, lê konsepta saeta yekgirtî ya standart hat parastin. Amerîka ne welatê yekem e ku saeta yekbûyî bikaraniye. Yekem car saeta yekgirtî li Brîtanya’yê di sala 1840’î de ji aliyê şîrketên trênê ve hat bikaranîn, û heta 1847'an hemû şîrketên Brîtanya’yê saeta Greenwich [G.M.T.] bikar anîn. Dewleta Brîtanya’yê di sala 1880’yî de ev saet bi awayê fermî pejirand. Bi pejirandina vê zagonê yekem car saeta standart saz bû, saetên yekem yên rojê li Asya’yê û li giravên başurê Pasîfîk’ê dest pê dikin. Xeta navnetewî ya demî di okyanûsa Pasîfîk’ê re, li dijî rexê dinyayê yê Greenwich derbas dibe. Bi xeta trênê, saeta standart saz bû. Bi salan trên gellek pêş ketin û her dem li seranserê dinyayê bûn hîmeke veguhestinê. Di metroya New York City’yê de, li Kanada’yê, di tramvaya San Francisco’yê de, hemû kes dizane saet çend e. Spasî li wan,em jî dizanin!