-
Title:
Kî xwediyê çolê ye? Elyse Cox
-
Description:
Tevahiya waneyê bibîne: https://ed.ted.com/lessons/why-we-need-national-parks-elyse-cox
Li 1903-an, serokê welatên êk girtî Theodore Roosevelt gerek kir li geliyê yosemite ya california bi parêzvan john muir re, Roosev bi navûdeng bû ku ji derve hez dikir, lê muir ew vexwendibû vir ji bo zêdetir ji kon kirinê, yosemite di metirsiyê de bû, ew perçeyek ji tekoşînê bû ku mirov hem ji bo parastin û hem ji bo karanîna gelemeperî bide aliyekî, Elyse Cox tevgera hevsengiya nazik a çêkirina parka neteweyî hûrgilî dike.
wane ji aliyê Elyse Cox, derhêneriya Boniato Studio.
-
Speaker:
Elyse Cox
-
li 1903-an, serokê
welatên êk girtî
-
gereka sê rojî kir
li geliyê yosemite ya california.
-
serok Theodore Roosevelt raza di nav
daristaneke darên sequoia yên berjêr de,
-
di bagereke berfê de kon kirin, û bi
demjimêran li dora agirê kempê axiftin
-
digel mêhvandar û rêberê xwe,
parêzvan john muir.
-
roosvelt bi navûdengî ji derve hez dikir,
-
lê muir ew vexwendibû vir
ji bo zêdetir ji kon kirinê:
-
yosemite di metirsiyê de bû.
-
herçende ku yosemite bu
axa parastî li 1984 de,
¶
-
gelî hê jî di metiraiyê de bû
ji bo pêşkeftina di 1903-an de.
-
ew di dilê têkoşînek dehsalî de bû
ku axê veqetîne
-
hem ji bo parastin û karanîna gelemeperî
-
du armancên ku ji kirinê
pir hêsantir dihat gotin.
-
şer li ser yosemite dest pê kir
bi gera zêrîn a 1849-an,
¶
-
dema ku karkerên madenê rojavayî mezin dibin,
li zozanên sierra nevada li zêr digerin.
-
di 1851-an de, leşkerê
nerêzikî ê dewletê pejirandî,
-
hoz a ahwahneechee derxistin
ji geliyê yosemite.
-
yên ku bi vî karî vegeriyan bûn dîdevanên
rûniştvanên spî yên ku daxwaza axê dikin,
-
sekuoyên mezin hilwişandin,
û otêl û salon ava kirin.
-
di bersivê de, komek biçûk a
têkiliyên california yê
¶
-
bizavên razîkirinê li senator johnconness kir
ku gelî ji berjewendiyên taybetî biparêze.
-
di 1864-an de, kongireyê
pêşnûme yasa erê kir,
-
dayîna geliyê yosemite
ji bo welatê california,
-
êkem car hikûmeta welatên yekbûyî
zevî xist bin parastina giştî.
-
lê rêveriya wî welatî pirsek vekirî ma,
-
ya ku wê tenê tevlîhevtir bibe
-
ji ber ku zeviyên din
ketin bin heman parastinê.
-
piştî heft salan,
zevînas ferdinand hayden
¶
-
lêgerînek ber bi
deşta yellowstone ve meşand,
-
ku gelek hozên xwecihên emrîkî ji bo
merasîman bikar di anîn, nêçîr û bazirganî.
-
zanyar û hunermendên
lêgerînê nûçe anîn
-
ji germavên berbiçav û çavkaniyên germ,
-
piştgiriyek berfireh xwedza dike ku
yellowstone têxe bin parastina hikûmetê
-
û sinûrdar kirina çûnûhatina
mirovên xwecihî ji bo zeviyê.
-
lê belê, berevajî yosemite ê, yellowstone
nedihat dayîn welatekî
-
ew beşek ji sê herêmên DY bû
ku hêj nebûne welat.
-
di şûna wê de, kongireya yellowstone ê
di 1872-an de xist bin rêveberiya fedral,
-
çêkirina êkemîn parka neteweyî ya
rastîn a cîhanê.
-
di demê serokatiya xwe de,
teddy roosevelt girîng bû
¶
-
di berfirehkirina zeviyên
di bin parastina giştî de.
-
heya sala 1916 ê, pazdeh
parkên netewî hebûn.
-
lê pirsgirêka rêvebirinê
çareser nekirî ma,
-
û parastina parkê
bi gotre hate meşandin
-
li ser gelek dezgehên hikûmetê.
-
karên rasterast mîna çêkirina rêyan
û girtina karmendan
-
pêdvî bi înan û birina
bîrokratîkî ya bêbandor dike.
-
tu dezgehan rêzikên reftar kirinê
li parkê ne danîbûn,
-
wisa nêçîrvanan parka jiyana kovî kuştin,
dewaran zevî zêde çerandîn,
-
û seredêran navnîşan xera kirin.
-
çareserî ji canada hat,
¶
-
ku karûbarekê parka nîvekîkirî
ya pir bandor hebû.
-
di sala 1916-an de, welatên yekbûyî
karûbarê parka neteweyî saz kir
-
li ser vê mînakê bingeh digre.
-
heya vê rojê, peywira karûbarên
parkê ji dû armancan pêk tê
-
ku carinan dijber in:
-
ji bo pêşerojê parkan biparêzin
-
û bihêlin ku gel ji wan kêfxweş bibe.
-
ew çalakiyek e hevsengiya nazik e:
rê, şop, û binesaziya din
-
parkan ji mêhvanan re gihiştbar bikin,
lê herwiha dîmenê jî biguherîne,
-
dema ku seredêr bixwe dikarin
beşdarî qirêjbûnê bibin, şûştin,
-
û zirara pergala xwezayên nazik.
-
jixwe dîroka parastinê jî
dikare li dij be bi vê erkî re.
-
pir park ne bûn,
di demê damezrandinê de,
-
çola ne akincîkirî ku buye
hevgirtî ji bo parastina wan.
-
di şûna wan de, pir xanî an cihên
peristinê bûn ji bo mirovên xwe malî,
-
ku gihîştina van axan winda kir
li ser navê karanîna gelemeperî .
-
tenê vê dawiyê
xizmeta parka netewî heye
-
dest bi hijmartina vê mîratê kir
û bi amerîkiyên xwemalî re mijûl bû
-
di rêveberiya parkê de.
-
li seranserî cîhanê, civakên xwecihî
niyarên girîng dilîzin
-
di kargêrî û parastina axê de.
-
îro, li cîhanê bi hizaran
parkên netewî hene,
¶
-
û her kes divê karanîna gelemeperî hevseng
bike digel parastina dîrokî û jîngehî .
-
parkên li new zealand ê, iceland ê,
australia û afrîkaya başûr
-
hilweşînek dijwar ezmûn kirine
ji ber ku jimareyên serdêran zêde bûne.
-
hin, wekî parka neteweyî ya
mu ko similan li tayland ê,
-
beşên xwe ji geştiyaran re bi tevahî
girtî ne da ku pergala xwezayî vegere.
-
parkên neteweyî dîmenên
neguhêrbar parastin
¶
-
ji bo nifşê pêşerojê.
-
ew jî zorê didin me
ku pirsîn dijwar hijmar bikin:
-
berpirsiyariyên me li hevber vê
gerstêrkê çi ne? û li hevberî hev çi ne?