Matematîka veşarî ya di "Şeva Stêrîn"a Van Goghî de - Natalya St. Clair
-
0:07 - 0:10Yek ji berçavtirîn nêrînên mêjiyê însên
-
0:10 - 0:14şiyana naskirin û pênasekirina modelan e.
-
0:14 - 0:16Di nav zortirîn modelan de
hewldana fêmkirina -
0:17 - 0:21têgeha herikîna aloz ya dînamîka
herkoyiyan jî heye. -
0:21 - 0:23Fîzîkzanê elmanî Werner Heisenberg gotibû,
-
0:23 - 0:27"Dema ku ez Xwedê bibînim, ez ê du
pirsan jê bikim: -
0:27 - 0:31çima îzafiyet û çima bagêj (turbulans)?
-
0:31 - 0:35Min qîma xwe pê aniye ku bo
cara pêşîn cewabeke Wî dê hebe." -
0:35 - 0:38Bi qasî zehmetbûna fêmkirina
bagêjê bi avayê matematîkî, -
0:38 - 0:42em dikarin bi avayê hunerî jî
dirûva dîmenê tarîf bikin. -
0:42 - 0:47Di hezîrana 1889î de, Vincent van Gogh
menzera bîstek berê rojhilatinê xêz kir, -
0:48 - 0:51ji pencereya odeya xwe ya li tîmarxaneya
Saint-Paul-de Mausuleyê -
0:51 - 0:53ya li bajarokê
Saint-Rémy-de-Provenceyê. -
0:53 - 0:57Li wir, wî di bûyereke spîkotîk de
guhê xwe jê kir, -
0:57 - 0:59piştî vê bûyerê bû yekî naskirî.
-
0:59 - 1:02Di berhema "Şeva Stêrîn" de,
bi derbên firçê yên giloverkî, -
1:02 - 1:07esmanê şev bi ewrên fetlonekî
û stêrkên girdavî ve tije kir. -
1:08 - 1:12Van Gogh û împresyonîstên din li gor
pêşiyên xwe bi şêweyeka din -
1:12 - 1:13nûneriya vê roniyê kirin.
-
1:13 - 1:16Girtina xuyanga hereketê, mînanê,
-
1:16 - 1:18seranserê aveke ku belekiyên tavê dayê,
-
1:18 - 1:21an jî li wir roniya stêrkan
ya ku bi saya pêlên kadizî -
1:21 - 1:24yên esmanê şeva şîn,
diçûrise û dihele. -
1:24 - 1:27Ev bandor ji ber çirûsînê çêdibe,
-
1:27 - 1:31tesîrkeriya roniyê ya di nav
rengên li ser tabloyê. -
1:31 - 1:34Qisma seretayîtir ya
ya navenda dîtina me, -
1:34 - 1:38ya ku ferqa rengan û hereketê
dibîne lêbelê rengan nabîne, -
1:38 - 1:41eger ku xwedî heman roniyê bin,
-
1:41 - 1:43her du qadên cudareng
tev dide. -
1:43 - 1:45Lêbelê binbeşa mêjiyê me yê prîmatî,
-
1:45 - 1:48rengên dijber bêyî ku tev bide, dibîne.
-
1:49 - 1:52Di gel van herdu şîroveyên ku
di demekî de diqewimin, -
1:52 - 1:55di xebatên gelek împresyonîstan
de şevq wekî tiştekî lerzok, -
1:55 - 1:58birqok û belawela bûyî, dixuyê.
-
1:58 - 2:00Mîna vê û xebatên împresyonîstên din,
-
2:00 - 2:03bi darbên firçê yên berçav
zûzûka dinexşandin. -
2:03 - 2:07Ev yek bo girtina rastiya bibandor ya
şiklê hereketa roniyê dikirin. -
2:08 - 2:1160 sal şûnde, matematîkzanê Ûris
Andrey Kolmogorov -
2:11 - 2:14fehma me ya matematîkî ya
bagêjê (turbulans) bi pêş xist. -
2:14 - 2:18Dema ku wî herkoyiya aloz bi dirêjiya
pêla R pêşniyar kir, enerjiya vê -
2:18 - 2:22bi rêjeya 5/3rd'ê hêza R'ê diguherî.
-
2:22 - 2:24Pîvanên ezmûnî nîşan da ku Kolmogrov
-
2:24 - 2:28avayekî ecêb nêzî rêbaza xebitîna
herikîna aloz bû. -
2:28 - 2:30Digel hemû pênaseyên
bagêjê (turbulans) -
2:30 - 2:33yek ji bermayiyên pirsên
neçar yên fizîkê bû. -
2:33 - 2:37Herkoyiyeke aloz eger ku li wir
enerjiyeke bipêlik hebe dişibe xwe. -
2:37 - 2:41Ango, girdavên mezin enerjiya xwe
diguhêze girdavên biçûk, -
2:41 - 2:43heman tişt bo pînanên din jî hene.
-
2:44 - 2:47Ev mînaka van jî dihundirîne:
Spota Qerase ya Jupîterê, -
2:47 - 2:51çêbûna ewran û
toza di navbera stêrkan de. -
2:51 - 2:56Di 2004an de, zanyaran teleskoba
fezayê ya Hubbleê bi kar anî, û dîtin ku -
2:56 - 3:01girdavên ewrê ku li devdora stêrkekî
belavbûyî, ku ji toz û gazê pêk dihat, -
3:01 - 3:03"Şeva Stêrîn" ya Van Gogh anî bîra vwan.
-
3:04 - 3:07Vê yekê zanyarên ji Meksîko, Spanya
û ji Inglîstanê motîve kir ku, -
3:07 - 3:11li ser kitekitên çirûsîna di tabloyên
Van Goghî de bixebitin. -
3:11 - 3:16Wan dîtin ku, li wir modela berçav ya
ya avahiya herkoyiyên aloz -
3:16 - 3:21nêzî hevkêşeya Kolmogorov e û
di gelek tabloyên Van Goghî de veşarî ye. -
3:21 - 3:23Lêkolîneran toblo dîjîtalîze kirin,
-
3:23 - 3:27û guherîna şewqê ya di navbera
du pîkselan de, pîva. -
3:27 - 3:30Ji xêzikên xwar,pîvana cihêbûna
pîkselan girtin. -
3:30 - 3:34Wan ev encama bi dest xistin; ji ber ku
lemelema psîkotîk ya Van Goghî hebû, -
3:34 - 3:38bi aveyekî ecêb dibû sedema tevgara
wî ya mîna bagêja herkoyiyan. -
3:38 - 3:42Xwepotreya wî ya biqelûn, nîşaneke
jiyana wî ya heyama sekan e, -
3:42 - 3:44di tu nameyên wî de îşereteke
bi vî rengî nehat dîtin. -
3:44 - 3:46Û ne jî xebatên hunermendên din de,
-
3:46 - 3:49di nêrîna ewil de ewqas
pêldariyeke wekhev hebû, -
3:49 - 3:51mîna "Qêrîn"a Munch.
-
3:51 - 3:54Hingê, mirov pirr hêsan dikare
bibêje zîrektiya Van Goghî -
3:54 - 3:57ya pêldariyê, rê li ber xweş
kiriye ku bagêjê biresmîne. -
3:57 - 4:02Şayesandina ewqas teqez ya xweşikiya
peroşdar ya rastiyê jî ewqas zor e, -
4:02 - 4:05him jî di heyameke tijî kul û keser de .
-
4:05 - 4:08Van Gogh bi avayekî karibiye
tê bigihîjê û nûneriya yek ji -
4:08 - 4:11zortirîn têgehan bike,
ku li ser rûyê dinê -
4:11 - 4:13heya niha mirovahî hîç pê nehisiye.
-
4:14 - 4:21Û aqilmendiya xwe kir yek, bo kûrtirîn
razên hereket, herkoyî û roniyê. -
4:25 - 4:30[ Werger: Rustemê Zal ]
- Title:
- Matematîka veşarî ya di "Şeva Stêrîn"a Van Goghî de - Natalya St. Clair
- Speaker:
- Natalya St. Clair
- Description:
-
Bo dîtina hemû dersê: http://ed.ted.com/lessons/the-unexpected-math-behind-van-gogh-s-starry-night-natalya-st-clair
Fîzîkzanê elmanî Werner Heisenberg gotibû, "Dema ku ez Xwedê bibînim, ez ê du pirsan jê bikim: çima îzafiyet û çima bagêj (turbulans)? "Gelo Van Gogh çawa tê gihîşt razên kûr yên hereket, herkoyî û roniyê, Natalya St. Clair ev yek ji me re resmadiye.
- Video Language:
- English
- Team:
- closed TED
- Project:
- TED-Ed
- Duration:
- 04:39
halo fariq approved Kurdish subtitles for The unexpected math behind Van Gogh's "Starry Night" | ||
Daban Q Jaff accepted Kurdish subtitles for The unexpected math behind Van Gogh's "Starry Night" | ||
Daban Q Jaff edited Kurdish subtitles for The unexpected math behind Van Gogh's "Starry Night" | ||
Daban Q Jaff edited Kurdish subtitles for The unexpected math behind Van Gogh's "Starry Night" | ||
Harun Delikaya edited Kurdish subtitles for The unexpected math behind Van Gogh's "Starry Night" | ||
Harun Delikaya edited Kurdish subtitles for The unexpected math behind Van Gogh's "Starry Night" | ||
Harun Delikaya edited Kurdish subtitles for The unexpected math behind Van Gogh's "Starry Night" | ||
Harun Delikaya edited Kurdish subtitles for The unexpected math behind Van Gogh's "Starry Night" |