Return to Video

Universal Subtitles çi ye?

  • 0:00 - 0:03
    Me dest bi Universal Subtitlesê kir ji ber ku em bawer dikin
  • 0:03 - 0:07
    divê wergera her vîdeoyeke li ser înternetê hebe.
  • 0:07 - 0:11
    Hewcedariya bi mîlyonan kesên ku guhên wan nabîhizin an jî di bihîstinê de astengiyan dibînin, bi jêrenivîsan heye.
  • 0:11 - 0:15
    Ew ên ku vîdeoyan çêdikin û malper divê di vî warî de xwedî hişmend bin.
  • 0:15 - 0:21
    Bi jêrenivîsan, ew dikarin xwe bigihînin zêdetir kesan û her wiha radeyeke baştir a lêkolînê.
  • 0:21 - 0:27
    Universal Subtitles karê amadekirina jêrenivîsan bo vîdeoyan gelekî hêsan dike.
  • 0:27 - 0:32
    Vîdeoyekê ji înternetê hilbijêre, URL (lînka wê) li ser malpera me binivîse
  • 0:32 - 0:38
    û piştre ji bo afirandina jêrenivîse, axaftinê binivîse.
  • 0:39 - 0:44
    Piştî vê klavyayeya xwe bitikînin û wan bi vîdeoyan senkronîze bikin.
  • 0:44 - 0:50
    Ew qas!- em kodekê didin te û tu dikarî vê danê ser hemû malperan
  • 0:50 - 0:56
    di vê xalê de, şopîner dikarin jêrenivîsan bi kar bînin û ji bo wergerên baştir piştgirî bidin.
  • 0:56 - 1:02
    Em piştgiriyê didin bo vîdeoyên li ser YouTube, Blip.TV, Ustreamê û gelek malperên din.
  • 1:02 - 1:05
    Her wiha, em her tim xizmetên nû lê zêde dikin.
  • 1:05 - 1:09
    Universal Subtitles bi gelek formatên navdar ên vîdeoyan dixebite,
  • 1:09 - 1:14
    wek MP4, theora,webM û li ser HTML 5'ê.
  • 1:14 - 1:18
    Armanca me ev e ku em bikaribin jêrenivîsa hemû vîdeo yan amade bikin
  • 1:18 - 1:23
    da ku kesên bi vîdeoyan têkildar in bikaribin wan bigihînin zêdetir kesan.
Title:
Universal Subtitles çi ye?
Description:

Learn about the Universal Subtitles project.

more » « less
Video Language:
English
Duration:
01:23
Yasin Duman added a translation

Kurdish subtitles

Revisions