Ev çîroka "İrîs"ê ye. Îrîs yeke dilnerim e. her tim rondika dibarîne. Dema xemgîn e digirî, dema şa dibe digirî, kengî rewş zora we bibe, digirî. "Lakrimal gland" rondika çê dike "Lacrimal punktum" qanala rondika ya. Û ewqas digirî rojê 283 gr, salê 113 lître! Ji nêzîk binêrin xuyaye hertim hinekî digirî. İris bê rawest rondikê bazal çêdike, ev bi 3 tebeqe pêk tê, û qirêjê dûr dike. Nik îrîsê tebeqeya muqusê heye, ew dihele her tişt bi lez bişixule. Li ser wê, tebeqeya avê heye Ewa Nahêle îrîs ziwa bibe, Û Bakteriyan dûr dixe Û her wiha Korneayê diparêze. Tebeqeya dawî lîpîd e. Ev jî qada irîsê paqij dike Û Nahêle tebeqeyên din ziwa bibin. Her roj çav piçek rondik çêdike, Û haya îrîsê bi vê tuneye. Ev gelek girîng e. Rojekî îrîs û pîvaz dibin heval. İrîs evîndar dibe. Pîvaz nava cilên xwe de gelek rind e, bêhna wê jî xofan e. Paşê pîvaz dibe mêvanê îrîsê Pîvaz cilên xwe dixe, û gelek tiştêkî xirab diqewime. Gava pîvaz cilên xwe dixe, reaksîyoneke kîmyasal çêdibe, sûlfoksît diguherin û bêhna pîs ango asîda sûlfûrîk çêdibe. Dû re asîda sûlfûrîk dibe "syn-Propanethial S-oxide" Gaz İrisê dişewitîne û bêrawest rondik têne xwarê. Ev giriyê refleks e û ji yê din cuda ye. Çimkî bo çav were şûştin, û tiştên bi ziyan dûr bikevin, zêdetir rondik çê dibin û ji bo mîkroban jî zêdetir antîkoran dihewîne. Her du jî xemgîn dibin. Dizanin ku dema li ba hev bin îrîs bigirî, ev hevaltî nabe. Loma jî ji hev diqetin. Gava pîvaz dertê îrîs êdî nagirî. Lê paşê dîsa digirî Ve care ne refleks e, ji ber dilînîya xwe digirî. Şabûn an jî xemgînî dibe ku qontrolê me bistîne, û ev jî xeter e. Loma rondik çêdibin ku rewşa giyanê me, wek lezkirina dil, bêhnvedan û reaksîyonên fîziksel normal bibe. Zanist hê jî feydeyên rondika baş nizanin. Dibe ku tevgereke cîvakî be. Gorî hin xebatan jî, rondik ACTH, enkefalîn, endorfîn wek êşbiran hormonên stresê dihewîne. Rondik psîkolojiya îrîsê aram dikin. Ji bo pîvazê ez xemgîn im İris. Lê meraq neke, heta ku rondikên te ye parezker hebin tu ê baş bî. Bawer bike.