Tora Dora Dinê (WWW), niha ew cihê ku hûn li vî dîmenî temaşe dikin, her roj bi mîlyonan mirov ji rewşa hewayê bigire heta xwestina xwarinê, ji axaftinê heta karên banqayê ji parvekirina nûçeyan heta serhildanê, ji bo her tiştî tê bikaranîn. Bi komputerê, bi telefonê, heta bi erebê jî tê bikaranîn. Li her derê li hemî hawirdoran û her dem.. Beriya her tiştî, Torra Dora Dinê (WWW) ne înternet e, herçend ev herdu têgeh wek hev bên bikaranîn jî. Internet, bi tenê ji bo parvekirina daneyan komputeran bi hev ve girê dike. Pêşiyê, komputer li hev digeriyan. Îro, dora me tijî tor in; bi vî awayî komputerên me seraqet bi hev ve ne. Di înternetê de gellek cureyên têkiliyê hene; e-mail, parvekirina dosyayan an jî axaftin. Lê armanca herî mezin têkilîya Torra Dora Dinê ye. Torê wek rêzek balaxane bibînin; Her yek wek peydekereke webê ye. Ev, tim bi înternetê ve ne û ji bo embarkirin û parvekirina daneyan bi çêkirinên taybet in. Dema ku yekî malpereke webê çêkir, ji vê balexaneyê odeyekê kirê dike. Hundirê odeyan tijî agahî dike û ji bo ku yên din bikevinê van agahiyan sererast dike. Ji xwediyan, van balexaneyan û odeyên balexaneyê kirê dikin û jê re "web host" dibêjin. Lê dilê kê bixwaze, bi komeke rast re û û bi zanebûna kar, dikare web server pêk bîne. Parçeyeke malperê heye ku bêyî wê windabûyin pir hêsan e. Ew jî navnîşana websîteyê ye û ligel navê cih e. Mîna navnîşana dinyaya rastî, navnîşana websîteyê jî we dibe li cihê ku hûn dixwazin. Agahiyên ku li websîteyê tên girtin, bi zimanê webê ye; wek HTML û JavaScrîpt Dema em dikevin websîteyê geroka malperê qodên sîteyê hildide û dike peyv, grafîk, vîdeo. Hewce nîne em zimanê komûterê bizanibin, çimkî geroka malperê ji bo me girafîkekê pêk tîne. mîna bajarekî ye. Li vir, bi zimanê webê em bi gelekan re têkildar dibin û gerokên me ji me re wergêriyê dikin. Çawa xwediyê bajaran tuneye, xwediyê torê jî tuneye. ew ya me hemûyan e. Her kes dikara tê de cihekî veke. Ji bo têkilîyê dibe ku hûn pere bidin. An jî ji bo kirêkirina webê bidin Şîrketa hostîngê an jî jibo navnîşana webê, bidin rêbera tomarkirinê. Mîna fîrmayên xizmetê yên bajarekî, ev fîrma jî amûrên girîng dide. Lê di encamê de tu kes ne xwediyê torê ye. A ku torê bi vî qasî rind dike di navê torê de veşartî ye. Berî torê me agahî di ser xetekî re bi kar dianî. Di pirtûkan de jî di rojnameyan û maqaleyan de hemû hevok seranser dihate xwendin. rûpel bi rûpel heta dawî di ser xetekî re diçûn. Lê hişê me wiha naxebite. Her raman bi ramaneke din ve têkildar e. Bîranîn û hest wek torê bi awayekî tevlihev bi hev ve ne. Afirînerê Tora Dora Dinê Tim Berners-Lee, ji bo metoda serastkirina daneyan ev mînak ferq kiriye. Tor vêya bi hîperlînkan bi dest dixe, Di malperekê de gellek têkiliyan çêdike û di ser de bi sîteyên din re têkilî çêdike. Bi saya Hiperlînkan, şixulîna torê mîna şixulîna hişê me ye. Tor parçeyeke jiyana me ye; çimkî wek binyadî û naverokî him cîvakê him jî hişê me yê kesane radixe holê. Hemû sînoran wek nijad, zayendî, temen û hetta demê jî radike, hemû hişmendiyan bi hev ve girê dide.