Tora Dora Dinê (WWW),
niha ew cihê ku
hûn li vî dîmenî temaşe dikin,
her roj
bi mîlyonan mirov
ji rewşa hewayê bigire
heta xwestina xwarinê,
ji axaftinê
heta karên banqayê
ji parvekirina nûçeyan
heta serhildanê,
ji bo her tiştî tê bikaranîn.
Bi komputerê, bi telefonê,
heta bi erebê jî tê bikaranîn.
Li her derê
li hemî hawirdoran û her dem..
Beriya her tiştî,
Torra Dora Dinê (WWW) ne înternet e,
herçend ev herdu têgeh
wek hev bên bikaranîn jî.
Internet,
bi tenê ji bo parvekirina daneyan
komputeran
bi hev ve girê dike.
Pêşiyê,
komputer li hev digeriyan.
Îro, dora me tijî tor in;
bi vî awayî komputerên me
seraqet bi hev ve ne.
Di înternetê de
gellek cureyên têkiliyê hene;
e-mail, parvekirina dosyayan
an jî axaftin.
Lê armanca herî mezin
têkilîya Torra Dora Dinê ye.
Torê wek rêzek balaxane bibînin;
Her yek wek peydekereke webê ye.
Ev, tim bi înternetê ve ne û
ji bo embarkirin û parvekirina daneyan
bi çêkirinên taybet in.
Dema ku yekî malpereke webê çêkir,
ji vê balexaneyê odeyekê kirê dike.
Hundirê odeyan tijî agahî dike û
ji bo ku yên din bikevinê
van agahiyan sererast dike.
Ji xwediyan, van balexaneyan û
odeyên balexaneyê kirê dikin û jê re
"web host" dibêjin.
Lê dilê kê bixwaze, bi komeke rast re û
û bi zanebûna kar,
dikare web server pêk bîne.
Parçeyeke malperê heye ku
bêyî wê windabûyin pir hêsan e.
Ew jî navnîşana websîteyê ye û
ligel navê cih e.
Mîna navnîşana dinyaya rastî,
navnîşana websîteyê jî
we dibe li cihê ku hûn dixwazin.
Agahiyên ku li websîteyê tên girtin,
bi zimanê webê ye;
wek HTML û JavaScrîpt
Dema em dikevin websîteyê
geroka malperê qodên sîteyê hildide û
dike peyv, grafîk, vîdeo.
Hewce nîne em zimanê komûterê bizanibin,
çimkî geroka malperê
ji bo me girafîkekê pêk tîne.
mîna bajarekî ye.
Li vir, bi zimanê webê
em bi gelekan re têkildar dibin û
gerokên me ji me re wergêriyê dikin.
Çawa xwediyê bajaran tuneye,
xwediyê torê jî tuneye.
ew ya me hemûyan e.
Her kes dikara tê de cihekî veke.
Ji bo têkilîyê dibe ku hûn pere bidin.
An jî ji bo kirêkirina webê
bidin Şîrketa hostîngê
an jî jibo navnîşana webê,
bidin rêbera tomarkirinê.
Mîna fîrmayên xizmetê yên bajarekî,
ev fîrma jî amûrên girîng dide.
Lê di encamê de
tu kes ne xwediyê torê ye.
A ku torê bi vî qasî rind dike
di navê torê de veşartî ye.
Berî torê
me agahî di ser xetekî re bi kar dianî.
Di pirtûkan de jî
di rojnameyan û maqaleyan de
hemû hevok seranser dihate xwendin.
rûpel bi rûpel
heta dawî di ser xetekî re diçûn.
Lê hişê me wiha naxebite.
Her raman bi ramaneke din ve têkildar e.
Bîranîn û hest wek torê
bi awayekî tevlihev bi hev ve ne.
Afirînerê Tora Dora Dinê Tim Berners-Lee,
ji bo metoda serastkirina daneyan
ev mînak ferq kiriye.
Tor vêya bi hîperlînkan bi dest dixe,
Di malperekê de gellek têkiliyan çêdike û
di ser de bi sîteyên din re têkilî çêdike.
Bi saya Hiperlînkan,
şixulîna torê
mîna şixulîna hişê me ye.
Tor parçeyeke jiyana me ye;
çimkî wek binyadî û naverokî
him cîvakê
him jî hişê me yê kesane radixe holê.
Hemû sînoran
wek nijad, zayendî,
temen û hetta demê jî radike,
hemû hişmendiyan
bi hev ve girê dide.