Yek ji berçavtirîn nêrînên mêjiyê însên şiyana naskirin û pênasekirina modelan e. Di nav zortirîn modelan de hewldana fêmkirina têgeha herikîna aloz ya dînamîka herkoyiyan jî heye. Fîzîkzanê elmanî Werner Heisenberg gotibû, "Dema ku ez Xwedê bibînim, ez ê du pirsan jê bikim: çima îzafiyet û çima bagêj (turbulans)? Min qîma xwe pê aniye ku bo cara pêşîn cewabeke Wî dê hebe." Bi qasî zehmetbûna fêmkirina bagêjê bi avayê matematîkî, em dikarin bi avayê hunerî jî dirûva dîmenê tarîf bikin. Di hezîrana 1889î de, Vincent van Gogh menzera bîstek berê rojhilatinê xêz kir, ji pencereya odeya xwe ya li tîmarxaneya Saint-Paul-de Mausuleyê ya li bajarokê Saint-Rémy-de-Provenceyê. Li wir, wî di bûyereke spîkotîk de guhê xwe jê kir, piştî vê bûyerê bû yekî naskirî. Di berhema "Şeva Stêrîn" de, bi derbên firçê yên giloverkî, esmanê şev bi ewrên fetlonekî û stêrkên girdavî ve tije kir. Van Gogh û împresyonîstên din li gor pêşiyên xwe bi şêweyeka din nûneriya vê roniyê kirin. Girtina xuyanga hereketê, mînanê, seranserê aveke ku belekiyên tavê dayê, an jî li wir roniya stêrkan ya ku bi saya pêlên kadizî yên esmanê şeva şîn, diçûrise û dihele. Ev bandor ji ber çirûsînê çêdibe, tesîrkeriya roniyê ya di nav rengên li ser tabloyê. Qisma seretayîtir ya ya navenda dîtina me, ya ku ferqa rengan û hereketê dibîne lêbelê rengan nabîne, eger ku xwedî heman roniyê bin, her du qadên cudareng tev dide. Lêbelê binbeşa mêjiyê me yê prîmatî, rengên dijber bêyî ku tev bide, dibîne. Di gel van herdu şîroveyên ku di demekî de diqewimin, di xebatên gelek împresyonîstan de şevq wekî tiştekî lerzok, birqok û belawela bûyî, dixuyê. Mîna vê û xebatên împresyonîstên din, bi darbên firçê yên berçav zûzûka dinexşandin. Ev yek bo girtina rastiya bibandor ya şiklê hereketa roniyê dikirin. 60 sal şûnde, matematîkzanê Ûris Andrey Kolmogorov fehma me ya matematîkî ya bagêjê (turbulans) bi pêş xist. Dema ku wî herkoyiya aloz bi dirêjiya pêla R pêşniyar kir, enerjiya vê bi rêjeya 5/3rd'ê hêza R'ê diguherî. Pîvanên ezmûnî nîşan da ku Kolmogrov avayekî ecêb nêzî rêbaza xebitîna herikîna aloz bû. Digel hemû pênaseyên bagêjê (turbulans) yek ji bermayiyên pirsên neçar yên fizîkê bû. Herkoyiyeke aloz eger ku li wir enerjiyeke bipêlik hebe dişibe xwe. Ango, girdavên mezin enerjiya xwe diguhêze girdavên biçûk, heman tişt bo pînanên din jî hene. Ev mînaka van jî dihundirîne: Spota Qerase ya Jupîterê, çêbûna ewran û toza di navbera stêrkan de. Di 2004an de, zanyaran teleskoba fezayê ya Hubbleê bi kar anî, û dîtin ku girdavên ewrê ku li devdora stêrkekî belavbûyî, ku ji toz û gazê pêk dihat, "Şeva Stêrîn" ya Van Gogh anî bîra vwan. Vê yekê zanyarên ji Meksîko, Spanya û ji Inglîstanê motîve kir ku, li ser kitekitên çirûsîna di tabloyên Van Goghî de bixebitin. Wan dîtin ku, li wir modela berçav ya ya avahiya herkoyiyên aloz nêzî hevkêşeya Kolmogorov e û di gelek tabloyên Van Goghî de veşarî ye. Lêkolîneran toblo dîjîtalîze kirin, û guherîna şewqê ya di navbera du pîkselan de, pîva. Ji xêzikên xwar,pîvana cihêbûna pîkselan girtin. Wan ev encama bi dest xistin; ji ber ku lemelema psîkotîk ya Van Goghî hebû, bi aveyekî ecêb dibû sedema tevgara wî ya mîna bagêja herkoyiyan. Xwepotreya wî ya biqelûn, nîşaneke jiyana wî ya heyama sekan e, di tu nameyên wî de îşereteke bi vî rengî nehat dîtin. Û ne jî xebatên hunermendên din de, di nêrîna ewil de ewqas pêldariyeke wekhev hebû, mîna "Qêrîn"a Munch. Hingê, mirov pirr hêsan dikare bibêje zîrektiya Van Goghî ya pêldariyê, rê li ber xweş kiriye ku bagêjê biresmîne. Şayesandina ewqas teqez ya xweşikiya peroşdar ya rastiyê jî ewqas zor e, him jî di heyameke tijî kul û keser de . Van Gogh bi avayekî karibiye tê bigihîjê û nûneriya yek ji zortirîn têgehan bike, ku li ser rûyê dinê heya niha mirovahî hîç pê nehisiye. Û aqilmendiya xwe kir yek, bo kûrtirîn razên hereket, herkoyî û roniyê. [ Werger: Rustemê Zal ]