1 00:00:06,770 --> 00:00:09,999 Yek ji berçavtirîn nêrînên mêjiyê însên 2 00:00:10,023 --> 00:00:13,651 şiyana naskirin û pênasekirina modelan e. 3 00:00:13,675 --> 00:00:16,491 Di nav zortirîn modelan de hewldana fêmkirina 4 00:00:16,521 --> 00:00:20,505 têgeha herikîna aloz ya dînamîka herkoyiyan jî heye. 5 00:00:20,649 --> 00:00:23,272 Fîzîkzanê elmanî Werner Heisenberg gotibû, 6 00:00:23,296 --> 00:00:27,357 "Dema ku ez Xwedê bibînim, ez ê du pirsan jê bikim: 7 00:00:27,381 --> 00:00:30,818 çima îzafiyet û çima bagêj (turbulans)? 8 00:00:30,842 --> 00:00:34,908 Min qîma xwe pê aniye ku bo cara pêşîn cewabeke Wî dê hebe." 9 00:00:34,932 --> 00:00:38,014 Bi qasî zehmetbûna fêmkirina bagêjê bi avayê matematîkî, 10 00:00:38,154 --> 00:00:41,898 em dikarin bi avayê hunerî jî dirûva dîmenê tarîf bikin. 11 00:00:42,048 --> 00:00:47,458 Di hezîrana 1889î de, Vincent van Gogh menzera bîstek berê rojhilatinê xêz kir, 12 00:00:47,518 --> 00:00:51,258 ji pencereya odeya xwe ya li tîmarxaneya Saint-Paul-de Mausuleyê 13 00:00:51,298 --> 00:00:53,286 ya li bajarokê Saint-Rémy-de-Provenceyê. 14 00:00:53,410 --> 00:00:56,942 Li wir, wî di bûyereke spîkotîk de guhê xwe jê kir, 15 00:00:56,982 --> 00:00:58,796 piştî vê bûyerê bû yekî naskirî. 16 00:00:58,936 --> 00:01:01,927 Di berhema "Şeva Stêrîn" de, bi derbên firçê yên giloverkî, 17 00:01:01,987 --> 00:01:07,324 esmanê şev bi ewrên fetlonekî û stêrkên girdavî ve tije kir. 18 00:01:07,608 --> 00:01:11,539 Van Gogh û împresyonîstên din li gor pêşiyên xwe bi şêweyeka din 19 00:01:11,589 --> 00:01:12,813 nûneriya vê roniyê kirin. 20 00:01:13,033 --> 00:01:15,850 Girtina xuyanga hereketê, mînanê, 21 00:01:15,890 --> 00:01:17,770 seranserê aveke ku belekiyên tavê dayê, 22 00:01:17,800 --> 00:01:21,444 an jî li wir roniya stêrkan ya ku bi saya pêlên kadizî 23 00:01:21,484 --> 00:01:24,375 yên esmanê şeva şîn, diçûrise û dihele. 24 00:01:24,405 --> 00:01:27,220 Ev bandor ji ber çirûsînê çêdibe, 25 00:01:27,260 --> 00:01:30,782 tesîrkeriya roniyê ya di nav rengên li ser tabloyê. 26 00:01:30,822 --> 00:01:33,754 Qisma seretayîtir ya ya navenda dîtina me, 27 00:01:33,858 --> 00:01:37,683 ya ku ferqa rengan û hereketê dibîne lêbelê rengan nabîne, 28 00:01:37,827 --> 00:01:40,579 eger ku xwedî heman roniyê bin, 29 00:01:40,708 --> 00:01:43,128 her du qadên cudareng tev dide. 30 00:01:43,208 --> 00:01:45,292 Lêbelê binbeşa mêjiyê me yê prîmatî, 31 00:01:45,386 --> 00:01:48,363 rengên dijber bêyî ku tev bide, dibîne. 32 00:01:48,627 --> 00:01:51,605 Di gel van herdu şîroveyên ku di demekî de diqewimin, 33 00:01:51,678 --> 00:01:55,018 di xebatên gelek împresyonîstan de şevq wekî tiştekî lerzok, 34 00:01:55,078 --> 00:01:57,755 birqok û belawela bûyî, dixuyê. 35 00:01:57,945 --> 00:02:00,152 Mîna vê û xebatên împresyonîstên din, 36 00:02:00,187 --> 00:02:02,933 bi darbên firçê yên berçav zûzûka dinexşandin. 37 00:02:03,082 --> 00:02:07,286 Ev yek bo girtina rastiya bibandor ya şiklê hereketa roniyê dikirin. 38 00:02:07,596 --> 00:02:10,743 60 sal şûnde, matematîkzanê Ûris Andrey Kolmogorov 39 00:02:11,077 --> 00:02:13,907 fehma me ya matematîkî ya bagêjê (turbulans) bi pêş xist. 40 00:02:13,957 --> 00:02:18,257 Dema ku wî herkoyiya aloz bi dirêjiya pêla R pêşniyar kir, enerjiya vê 41 00:02:18,411 --> 00:02:22,144 bi rêjeya 5/3rd'ê hêza R'ê diguherî. 42 00:02:22,419 --> 00:02:24,236 Pîvanên ezmûnî nîşan da ku Kolmogrov 43 00:02:24,276 --> 00:02:27,578 avayekî ecêb nêzî rêbaza xebitîna herikîna aloz bû. 44 00:02:27,671 --> 00:02:29,726 Digel hemû pênaseyên bagêjê (turbulans) 45 00:02:29,761 --> 00:02:32,741 yek ji bermayiyên pirsên neçar yên fizîkê bû. 46 00:02:33,025 --> 00:02:37,269 Herkoyiyeke aloz eger ku li wir enerjiyeke bipêlik hebe dişibe xwe. 47 00:02:37,403 --> 00:02:41,144 Ango, girdavên mezin enerjiya xwe diguhêze girdavên biçûk, 48 00:02:41,351 --> 00:02:43,424 heman tişt bo pînanên din jî hene. 49 00:02:43,828 --> 00:02:47,388 Ev mînaka van jî dihundirîne: Spota Qerase ya Jupîterê, 50 00:02:47,421 --> 00:02:51,295 çêbûna ewran û toza di navbera stêrkan de. 51 00:02:51,459 --> 00:02:55,697 Di 2004an de, zanyaran teleskoba fezayê ya Hubbleê bi kar anî, û dîtin ku 52 00:02:55,741 --> 00:03:00,537 girdavên ewrê ku li devdora stêrkekî belavbûyî, ku ji toz û gazê pêk dihat, 53 00:03:00,621 --> 00:03:03,469 "Şeva Stêrîn" ya Van Gogh anî bîra vwan. 54 00:03:03,633 --> 00:03:07,230 Vê yekê zanyarên ji Meksîko, Spanya û ji Inglîstanê motîve kir ku, 55 00:03:07,291 --> 00:03:11,376 li ser kitekitên çirûsîna di tabloyên Van Goghî de bixebitin. 56 00:03:11,430 --> 00:03:15,654 Wan dîtin ku, li wir modela berçav ya ya avahiya herkoyiyên aloz 57 00:03:15,752 --> 00:03:20,634 nêzî hevkêşeya Kolmogorov e û di gelek tabloyên Van Goghî de veşarî ye. 58 00:03:20,904 --> 00:03:23,126 Lêkolîneran toblo dîjîtalîze kirin, 59 00:03:23,240 --> 00:03:26,865 û guherîna şewqê ya di navbera du pîkselan de, pîva. 60 00:03:26,959 --> 00:03:29,781 Ji xêzikên xwar,pîvana cihêbûna pîkselan girtin. 61 00:03:29,845 --> 00:03:34,247 Wan ev encama bi dest xistin; ji ber ku lemelema psîkotîk ya Van Goghî hebû, 62 00:03:34,427 --> 00:03:37,674 bi aveyekî ecêb dibû sedema tevgara wî ya mîna bagêja herkoyiyan. 63 00:03:37,739 --> 00:03:41,720 Xwepotreya wî ya biqelûn, nîşaneke jiyana wî ya heyama sekan e, 64 00:03:41,823 --> 00:03:44,347 di tu nameyên wî de îşereteke bi vî rengî nehat dîtin. 65 00:03:44,411 --> 00:03:46,322 Û ne jî xebatên hunermendên din de, 66 00:03:46,412 --> 00:03:49,207 di nêrîna ewil de ewqas pêldariyeke wekhev hebû, 67 00:03:49,338 --> 00:03:51,002 mîna "Qêrîn"a Munch. 68 00:03:51,426 --> 00:03:54,228 Hingê, mirov pirr hêsan dikare bibêje zîrektiya Van Goghî 69 00:03:54,268 --> 00:03:56,996 ya pêldariyê, rê li ber xweş kiriye ku bagêjê biresmîne. 70 00:03:57,096 --> 00:04:02,117 Şayesandina ewqas teqez ya xweşikiya peroşdar ya rastiyê jî ewqas zor e, 71 00:04:02,187 --> 00:04:04,511 him jî di heyameke tijî kul û keser de . 72 00:04:04,641 --> 00:04:08,090 Van Gogh bi avayekî karibiye tê bigihîjê û nûneriya yek ji 73 00:04:08,130 --> 00:04:10,750 zortirîn têgehan bike, ku li ser rûyê dinê 74 00:04:10,780 --> 00:04:13,481 heya niha mirovahî hîç pê nehisiye. 75 00:04:13,571 --> 00:04:20,646 Û aqilmendiya xwe kir yek, bo kûrtirîn razên hereket, herkoyî û roniyê. 76 00:04:24,763 --> 00:04:30,043 [ Werger: Rustemê Zal ]