Eger yek ji we re pirsî Di dirokê de mirovê herî dewlemend kî ye? Belkî bîlyonerê wek Bill Gates û John D.rockefeller be. Lê qralê ji Afrîka King Musa Keita I? Di sedsala 14'an de serokê Malî, Mansa Musa,an Qiralê Qirala. Bi serweta ku kom kirî bû xwedîyê dewlemediyekê dîrokî. Lê tenê ne dewlemend e. Dema Mansa Musa 1312 de tê ser desthilatê, Ewrûpa di nav şer û xelayê de bû, lê Afrîka û İslam pêşketî bû. Mansa Musa ev pêşketîbûn, li Malî jî pêk anî. Bi standina bajarê bazirganiye Timbuktu, û destkeftina bajarê Gao, rêyên bazirganiyê yê di navbera Deryaya Spî û Afrîka de kontrol kir. Bi serkeftinên wî Malî pir mezin bû. Çavkaniyê siruştî wek zêr û xwê jî bi dest xistin. Dinya bi dewlemediya Mansa Musa dema ku çû hacê pê hesiya. li [1324] dibe şahid. Ne têne bi xerckirina zêrê xwe, bi kerwanê xwe yê pir dirêj jî deng ve da. Çirokê kerwana wî ya hacê bi devkî ne û ji hev cuda hatine nivîsandin. Lewra hûrgilîyê wê ne zelal in. Lê dîrok, mezinbûna kerwana wî dibêje. Dîroknas, qala bi dehhezaran leşker, sivîl, û kole dikin. 500 mirovê sandoqê zêr hildidin, û gelek hespê barê wan zêr jî hene. Li ser rêya Mekke li bajarê wek Qahîre, Mansa Musa gelek zêr xerc kirin, li xizana belav kirin, xelat kirîn, û li ser rê mizgeft çêkirin. Bi xerckirina wî, di aboriya hereme de, enflasyon çêbûye. Li seranserê Deryaya Spî, çirokê dewlemendiya wî belav bûne. Malî û qiralê wê bi awayekî efsûnî, di nexşeya Catalan de derbas dibin. Di pirtûkê Ewrûpî ye serdema navîn de, di destekî de hêka zêr destê din de asaya zêr heye. Mansa Musa bi xwe li ser nexşeyê ye. Lê derdê wî ne têne malê dine bû. Wek misilmanekî, bala xwe da bajarê Timbuktu. Timbuktu bajarakî navenda ol û zanistê bû. Piştî ji hacê vegeriya, mizgefta navder a Djinguereber çêkiriye, bi alîkariya avahîsazê Endulus. Bi çêkirina zanîngeha pir mezin ,gelek zana û xwendekar, ji dinyaya İslamê hatin bajer. Di serdema wî de Malî pir bajarî bû, di bajara de gelek dibistan û mizgeft çêbûn. Mîrata dewlemend a Qiral bi sedsala domand, îro jî muze,pirtûkxane û mizgeft nîşaneyê serdema zêrîn ya Malî ne.