Wêna bike eger tu bikarî mejiyê xwe bêxî nava amûrekê ku dê ji we re keyfxweşiya dawîn bîne ji bo jiyana we ya mayî. heke hibijartinek bidaya te ji bo xwe tomarkirinê ji bo vî rengê hebûnê, gelo hun ê bikin? ew pirs a fîlozof robêrt nozîkî bû bi saya ezmûneka ramînê wî jêre digot amurê ezmûnkirinê. ezmûn ji me dixwaze ku em cîhanekê li berçav bigrin tê de zanyaran amûrek pêşxist ku dê jiyana rastî çêbike dema desteber kirina ezmûnên ku tenê kêfxweşiyê dikin û qet êşê nakin. girtin? divê tu her dem rastiyê li paş xwe bihêlî, lê hûn ê bi zehmet cûdahiyê dizanin. dê ezmûnên we ji rastiyê bihêne veqetandin. jiyana xwezayî rabûn û daketin dê tenê were guhertin bi rêzeke bêdawî ya bilindbûnan. dengên mezin, raste? dibe ku ew mîna pêşniyareke xapandinê xuya bike, lê dibe ku ew ne ewqas nimuneyî be ku xuya dike. ezmûn bi rastî ji bo redkirina tegeheka felsefî hate neqişkirin hêdonîzim( ola xweşiyê) jê re tê gotin. Li gor hedonistan, zêdekirina kêfa nêt ê tiştê herî girînge di jiyanê de ji ber ku dilşahî qenciya herî mezine ku jiyan pêşkêş dike. Ji bo hedonîsta, vebijêrka herî baş a ku mirov dikare ji bo xwe bike yek e ku kêfa herî mezin a gengaz ji wî re tîne dema ku jêre tu êş nedihat. kêfa bêsînor û nebûna êşê, yeksanî kêfa nêt a herî zêde, an bi gotinek din, sînaryoya rastîn a ku makîneya ezmûnê pêşkêş dike. loma, ger hedonîzm felsefeya we ya hilbijartinê ye, pêvekirin wê wî bike bêmejî. Lê gelo heke jiyan ne tenê kêf be? Tişta ku Nozîk bawer dikir ku wî nîşê dida ev e bi saya ezmûna xwe ya ezmûna amûrê ramanê. tevî soza amûrê kêf a nêt ê ya herî zêde, wî hîn jî sedemek dît ku nekeve pêve, wekî gelek ezmûnkirinên din ên ku pêşniyarê li berçav digirin. Lê çi dibe ku me durbixe ji hilbijartina pêşerojê a kêfa dawîn vê senaryoyê li berçav bigrin. Bêtsî û Xandêr ji hev hez dikin û têkilîya wan heye. bêtsî serî hildaye û tu carî xwe bextewar hîs nekiriye Lê, bêtsî nizanibû, Xander hez ji xwişka wê dike, encêlîka, Bi nameyên evîniyê û hevdîtina veşartî ji bo dema têkhilya wan. heke Bêtsî bi vê bizane, wê têkiliyên xwe bi Xander û engêlîkayê re hilbiweşîne. û ev ezmûn wê wisa herişî be, ew ê car din evînyê neke. hê bêtsî bexteware ku bi bêbextiya xanderî nizane, hêdonîst wê bibêjin ku baştire ew di tariyê de bimîne û parastina astê wê yê bilind ê kêfa wê ya nêtê. Heta ku Bêtsî vê têkiliyê fahm neke, jiyana wê garantî ye ku wekî niha bi kêfxweşî berdewam bike. Vêca, gelo çi biha heye ku bêtsî rastiya rewşa xwe bizanibe? wêna bike heke tu di şûna Bêtsîyê de bî? ma hûn dixwazin hevyaz bikin ku rastiyê bizanin? heke bersiv erê be, hûn ê vebijarkekê hilbijêrin ku kêfa nêt a we bi tûjî kêm dike. belkî, wê çaxê, hûn bawer bikin ku di jiyanê de tişt hene digel mezintir ji bihayekê bingehîn ê xweşiyê. rastî, zanyarî, têkiliya rastîn a bi mirovên din re. ev hemî tiştên ku dikarin navnîşê çêbikin. bi tu carî fêrnebûna rastiyê, Bêtsî di bingeh de jiyana xwe dijî di amûrê ezmûnkirinê yê xwe yê kesane de, cîhanek a kêfxweşiyê ye ku di rastiyê de ne bingehîne. Ev sêgoşeya evînê mînakeke pir tunde, lê ew neynika gelek biryarên ku em di jiyana rojane de didin. vêca gelo hûn hilbijartinekê dikin ji bo bêtsîyê an ji bo xwe, çima dibe ku hûn hîs bikin ku divê rastî bibe ajan? ma di ezmûnên rastîn de nirxek xwerû heye, gelo kêfxweşbar be an bi êş be? Gelo tu bêhtir qîmet didî kîjanê, dema ku hûn dibînin kêfxweşî û êşên jiyana rast? ezmûna Nozîk dikare hemî bersivan nede, lê ew me neçar dike ku em liberçav bigrin ka jiyana rast, her çend bêkêmasî be jî, hin nirxên navxweyî digre li dervey kêfxweşiya pêvekirinê.