Wêna bike eger tu bikarî mejiyê
xwe bêxî nava amûrekê
ku dê ji we re keyfxweşiya dawîn bîne
ji bo jiyana we ya mayî.
heke hibijartinek bidaya te ji bo xwe
tomarkirinê ji bo vî rengê hebûnê, gelo hun ê bikin?
ew pirs a fîlozof robêrt nozîkî bû
bi saya ezmûneka ramînê wî
jêre digot amurê ezmûnkirinê.
ezmûn ji me dixwaze
ku em cîhanekê li berçav bigrin
tê de zanyaran amûrek pêşxist
ku dê jiyana rastî çêbike
dema desteber kirina ezmûnên ku tenê
kêfxweşiyê dikin û qet êşê nakin.
girtin?
divê tu her dem
rastiyê li paş xwe bihêlî,
lê hûn ê bi zehmet cûdahiyê dizanin.
dê ezmûnên we ji rastiyê
bihêne veqetandin.
jiyana xwezayî rabûn û daketin
dê tenê were guhertin bi rêzeke
bêdawî ya bilindbûnan.
dengên mezin, raste?
dibe ku ew mîna pêşniyareke xapandinê xuya bike,
lê dibe ku ew ne ewqas nimuneyî be ku xuya dike.
ezmûn bi rastî ji bo redkirina
tegeheka felsefî hate neqişkirin
hêdonîzim( ola xweşiyê) jê re tê gotin.
Li gor hedonistan,
zêdekirina kêfa nêt ê
tiştê herî girînge di jiyanê de
ji ber ku dilşahî qenciya herî mezine
ku jiyan pêşkêş dike.
Ji bo hedonîsta, vebijêrka herî baş a
ku mirov dikare ji bo xwe bike
yek e ku kêfa herî mezin a
gengaz ji wî re tîne
dema ku jêre tu êş nedihat.
kêfa bêsînor û nebûna êşê,
yeksanî kêfa nêt a herî zêde,
an bi gotinek din, sînaryoya rastîn a
ku makîneya ezmûnê pêşkêş dike.
loma, ger hedonîzm felsefeya we ya hilbijartinê ye,
pêvekirin wê wî bike bêmejî.
Lê gelo heke jiyan ne tenê kêf be?
Tişta ku Nozîk bawer dikir
ku wî nîşê dida ev e
bi saya ezmûna xwe ya
ezmûna amûrê ramanê.
tevî soza amûrê kêf a
nêt ê ya herî zêde,
wî hîn jî sedemek dît ku nekeve pêve,
wekî gelek ezmûnkirinên din ên
ku pêşniyarê li berçav digirin.
Lê çi dibe ku me durbixe ji hilbijartina
pêşerojê a kêfa dawîn
vê senaryoyê li berçav bigrin.
Bêtsî û Xandêr ji hev hez dikin
û têkilîya wan heye.
bêtsî serî hildaye
û tu carî xwe bextewar hîs nekiriye
Lê, bêtsî nizanibû,
Xander hez
ji xwişka wê dike, encêlîka,
Bi nameyên evîniyê û hevdîtina veşartî
ji bo dema têkhilya wan.
heke Bêtsî bi vê bizane,
wê têkiliyên xwe bi Xander û
engêlîkayê re hilbiweşîne.
û ev ezmûn wê wisa herişî be,
ew ê car din evînyê neke.
hê bêtsî bexteware
ku bi bêbextiya xanderî nizane,
hêdonîst wê bibêjin ku baştire
ew di tariyê de bimîne
û parastina astê
wê yê bilind ê kêfa wê ya nêtê.
Heta ku Bêtsî
vê têkiliyê fahm neke,
jiyana wê garantî ye ku wekî niha
bi kêfxweşî berdewam bike.
Vêca, gelo çi biha heye
ku bêtsî rastiya rewşa xwe bizanibe?
wêna bike heke tu di şûna Bêtsîyê de bî?
ma hûn dixwazin hevyaz bikin ku rastiyê bizanin?
heke bersiv erê be,
hûn ê vebijarkekê hilbijêrin
ku kêfa nêt a we bi tûjî kêm dike.
belkî, wê çaxê, hûn bawer bikin
ku di jiyanê de tişt hene
digel mezintir ji bihayekê
bingehîn ê xweşiyê.
rastî, zanyarî, têkiliya rastîn a
bi mirovên din re.
ev hemî tiştên
ku dikarin navnîşê çêbikin.
bi tu carî fêrnebûna rastiyê,
Bêtsî di bingeh de jiyana xwe dijî
di amûrê ezmûnkirinê yê xwe yê kesane de,
cîhanek a kêfxweşiyê ye
ku di rastiyê de ne bingehîne.
Ev sêgoşeya evînê mînakeke pir tunde,
lê ew neynika gelek biryarên
ku em di jiyana rojane de didin.
vêca gelo hûn hilbijartinekê dikin
ji bo bêtsîyê an ji bo xwe,
çima dibe ku hûn hîs bikin
ku divê rastî bibe ajan?
ma di ezmûnên rastîn de
nirxek xwerû heye,
gelo kêfxweşbar be an bi êş be?
Gelo tu bêhtir qîmet didî kîjanê,
dema ku hûn dibînin
kêfxweşî û êşên jiyana rast?
ezmûna Nozîk dikare hemî bersivan nede,
lê ew me neçar dike ku em liberçav bigrin ka
jiyana rast, her çend bêkêmasî be jî,
hin nirxên navxweyî digre
li dervey kêfxweşiya pêvekirinê.