Erdhej hergavan bûne fenomenên xofdar, û bi mezinbûna bajaran bêtir kujende bûne, bînayên ku hildiweşin xetereyeke pir mezin tînin meydanê. Dema ku erdhej çêdibe bîna çima hildiweşin, û meriv çito dikare ber lê bigirê? Eger ku te gelek ji fîlmên bobelatî temaşe kiribe, dibe ku wiha bifikirî, ji ber ku zemînê di bin bînayê da zêde diheje an jî diqelişe bîna hildiweşe. Rastiya vê tiştekî din e. Di esasa xwe da, piraniya bînayan rasterast li ser xeta fayê cih nagirê, û livîna lewheyên tektonîk ji bingeha avahiyê gelek gelekî kûrtir e. Ka li wir çi diqewime? A rast, rastiya erdhejan û bandora wan ya li ser avahiyan piçek aloztir e. Bo fêmkirina vê yekê, mîmar û endezyaran, hin model bi kar anîn ku mîna xêzên du rehendî yên ku stûn û kêranan temsîl dikin, an jî lolîpopên biçember li ser xêzekî baristeya bînayê temsîl dikin. Ev çende hêsankirî jî bin, dibe ku ev model gelekî kêrhatî bin. Texmînkirina berteka avahiyan ya li hember erdhejê serê pêşîn mijara fizîkê ye. Piraniya avahiyên di dema erdhejê de hildiweşin sedema vê ya rastîn ne erdhej bixwe ye. Li dewsa vê, dema ku zemînê di binê avahiyê de tevdigere, ev yek bingeha avahiyê û tebeqeyên jêrîn diguherîne, pêlên şokê dişîne beşa mayî ya avahiyê û dibe sedema leqîna ber bi paş û pêş. Hêza hejikînê girêdayî du hêmanên sereke ye: Baristeya avahiyê, ev li jêr tov dibe, û hişkahiya wan, ya ku hêza pêwîst ya ji bo mîqdarek guhertina cih e. Digel cûreyê kereseyê û dirûvê stûnan, hişkahî bêhtir girêdayî bilindahiyê ye. Avahiyên nizmtir bimeyl in ku hîn hişktir bin û kêmtir tevbigerin, digel vê avahiyên berztir hîn çemînbartir in. Dibe tu bihizrî ku çareserî çêkirina bînayên nizm e, ji ber ku heya ji dest tê kêm tevdigere. Lê erdheja 1985î ya Meksîkoyê mînakek baş e, nîşan dide rewş cudatir e. Wexta ku erdhej çêbû, bînayên di navbera şeş û pazdeh qatan de gelek ji wan hilweşiyan. Tiştê ecêb ev e ku bînayên nizm ên li kêlekê li piya man, bînayên ji panzdeh qatî berztir jî kêm zirar girtin, û bînayên navîncî yên ku hilweşiyan e di dema erdhejê de hîn dijwartir hejiyane. Çawa pêkan e gelo? Cewab di frekansa xwezayî de weşarî ye. Di sîstemeke hejikê de, frekans hêjmara çerxa hareketa ber bi paş û pêş e ya di çirkekî de pêk tê. Ev berovajî periyodê ye, hêjmara çirkên pêwîst e bo temamkirina dewrekî. Di bînayekî de frekansa xwezayî, ji layê bariste û hişkahiya wê ve diyar dibe, ev frekansa xwezayî meyla kombûna li dor lerzan e. Zêdekirina baristeya bînayekî rêjeya lerizîna xwezayî kêm dike, zêdekirina hişkahiya wê jî lerizîna wê lezgîntir dike. Ango di hevsenga têkiliyan de ,ku ev têkiliyan temsîl dike, hişkahî û frekansa xwezayî rêjedarên hev in, wê demê bariste û frekansa xwezayî dij-rêjedarên hev in. Tiştê ku li Meksîkoyê rû dabû bandora resonansê bû. Frekansa pêlên sîsmîk yên erdhejê, di bînayên navîncî de hevberê frekansa xwezayî bû. Wekî ku hêlekaneke ku tam di wextê xwe hatiye defdan, her pêleke sîsmîk ya pêvek lerza bînayê ya di hêla heyî de zêde dike. Dibe sedema zêdetir kilîna ber bi paş û hwd, dawiya dawî guhertina cih ji ya ewil derbas dibe. Îro, endezyar digel jeologan û sîsmologan dixebitin ku di qadên avahiyan de frekansa hareketa erdhejê pêşbînî bikin. Bo rê li ber girtina hilweşînên sedem-resonansî bigire, faktorên notanî cûreya axê û cûreya fayê dide ber çavan, him jî ji daneyên erdhejên pêşîn sûd werdigire. Hareketa frekans nizm, zirarê bêhtir dide bînayên berztir û çemînbartir. Wê demê hareketa frekans berz, gefan bêhtir li bînayên nizmtir û hişktir dixwe. Endezyar di heman wextî de rêyên mêtina şokan digerin û ji bo teşe guhertinan sînordar bikin sîstemên nûjen bi kar dînin. Di îzolasyona bermalê de tebeqên çemînbar tên bikaranîn da ku cih guhertina bingehê ji beşa din ya avahiyê îzole bike. Sîstema bariste damper ya sazkirî, bi hejika derveyî fazê digel frekansa xwezayî resonansê parseng dike. Dawîn, bînayên herî saxlem na bînayên herî zîrek li piya dimînin.