Erdhej hergavan bûne
fenomenên xofdar,
û bi mezinbûna bajaran
bêtir kujende bûne,
bînayên ku hildiweşin xetereyeke
pir mezin tînin meydanê.
Dema ku erdhej çêdibe bîna
çima hildiweşin,
û meriv çito dikare ber lê bigirê?
Eger ku te gelek ji fîlmên bobelatî
temaşe kiribe,
dibe ku wiha bifikirî,
ji ber ku zemînê di bin bînayê da
zêde diheje an jî diqelişe
bîna hildiweşe.
Rastiya vê tiştekî din e.
Di esasa xwe da, piraniya bînayan
rasterast li ser xeta fayê cih nagirê,
û livîna lewheyên tektonîk ji bingeha
avahiyê gelek gelekî kûrtir e.
Ka li wir çi diqewime?
A rast, rastiya erdhejan û
bandora wan ya li ser avahiyan
piçek aloztir e.
Bo fêmkirina vê yekê, mîmar
û endezyaran, hin model bi kar anîn ku
mîna xêzên du rehendî yên ku
stûn û kêranan temsîl dikin,
an jî lolîpopên biçember li ser xêzekî
baristeya bînayê temsîl dikin.
Ev çende hêsankirî jî bin, dibe ku
ev model gelekî kêrhatî bin.
Texmînkirina berteka avahiyan
ya li hember erdhejê
serê pêşîn mijara fizîkê ye.
Piraniya avahiyên di dema
erdhejê de hildiweşin
sedema vê ya rastîn
ne erdhej bixwe ye.
Li dewsa vê, dema ku zemînê
di binê avahiyê de tevdigere,
ev yek bingeha avahiyê û
tebeqeyên jêrîn diguherîne,
pêlên şokê dişîne beşa mayî ya avahiyê
û dibe sedema leqîna
ber bi paş û pêş.
Hêza hejikînê girêdayî
du hêmanên sereke ye:
Baristeya avahiyê,
ev li jêr tov dibe,
û hişkahiya wan,
ya ku hêza pêwîst ya ji bo
mîqdarek guhertina cih e.
Digel cûreyê kereseyê û
dirûvê stûnan,
hişkahî bêhtir girêdayî bilindahiyê ye.
Avahiyên nizmtir bimeyl in ku hîn hişktir
bin û kêmtir tevbigerin,
digel vê avahiyên berztir
hîn çemînbartir in.
Dibe tu bihizrî ku çareserî
çêkirina bînayên nizm e,
ji ber ku heya ji dest tê
kêm tevdigere.
Lê erdheja 1985î ya Meksîkoyê mînakek
baş e, nîşan dide rewş cudatir e.
Wexta ku erdhej çêbû,
bînayên di navbera şeş û pazdeh
qatan de gelek ji wan hilweşiyan.
Tiştê ecêb ev e ku bînayên nizm
ên li kêlekê li piya man,
bînayên ji panzdeh qatî
berztir jî kêm zirar girtin,
û bînayên navîncî yên ku hilweşiyan e
di dema erdhejê de
hîn dijwartir hejiyane.
Çawa pêkan e gelo?
Cewab di frekansa xwezayî
de weşarî ye.
Di sîstemeke hejikê de,
frekans hêjmara çerxa hareketa ber bi
paş û pêş e ya di çirkekî de pêk tê.
Ev berovajî periyodê ye,
hêjmara çirkên pêwîst e bo
temamkirina dewrekî.
Di bînayekî de frekansa xwezayî, ji layê
bariste û hişkahiya wê ve diyar dibe,
ev frekansa xwezayî meyla
kombûna li dor lerzan e.
Zêdekirina baristeya bînayekî rêjeya
lerizîna xwezayî kêm dike,
zêdekirina hişkahiya wê jî
lerizîna wê lezgîntir dike.
Ango di hevsenga têkiliyan de
,ku ev têkiliyan temsîl dike,
hişkahî û frekansa xwezayî
rêjedarên hev in,
wê demê bariste û frekansa xwezayî
dij-rêjedarên hev in.
Tiştê ku li Meksîkoyê rû dabû
bandora resonansê bû.
Frekansa pêlên sîsmîk yên erdhejê,
di bînayên navîncî de hevberê
frekansa xwezayî bû.
Wekî ku hêlekaneke ku tam
di wextê xwe hatiye defdan,
her pêleke sîsmîk ya pêvek
lerza bînayê ya di hêla
heyî de zêde dike.
Dibe sedema zêdetir kilîna
ber bi paş û hwd,
dawiya dawî guhertina cih ji ya
ewil derbas dibe.
Îro, endezyar digel jeologan û
sîsmologan dixebitin
ku di qadên avahiyan de frekansa
hareketa erdhejê pêşbînî bikin.
Bo rê li ber girtina hilweşînên
sedem-resonansî bigire,
faktorên notanî cûreya axê û cûreya
fayê dide ber çavan,
him jî ji daneyên erdhejên
pêşîn sûd werdigire.
Hareketa frekans nizm, zirarê
bêhtir dide bînayên berztir
û çemînbartir.
Wê demê hareketa frekans berz,
gefan bêhtir li
bînayên nizmtir û hişktir dixwe.
Endezyar di heman wextî de
rêyên mêtina şokan digerin
û ji bo teşe guhertinan sînordar
bikin sîstemên nûjen bi kar dînin.
Di îzolasyona bermalê de tebeqên
çemînbar tên bikaranîn
da ku cih guhertina bingehê
ji beşa din ya avahiyê îzole bike.
Sîstema bariste damper ya sazkirî,
bi hejika derveyî fazê
digel frekansa xwezayî
resonansê parseng dike.
Dawîn, bînayên herî saxlem na
bînayên herî zîrek
li piya dimînin.