Return to Video

Matematîka veşarî ya di "Şeva Stêrîn"a Van Goghî de - Natalya St. Clair

  • 0:07 - 0:10
    Yek ji berçavtirîn nêrînên mêjiyê însên
  • 0:10 - 0:14
    şiyana naskirin û pênasekirina modelan e.
  • 0:14 - 0:16
    Di nav zortirîn modelan de
    hewldana fêmkirina
  • 0:17 - 0:21
    têgeha herikîna aloz ya dînamîka
    herkoyiyan jî heye.
  • 0:21 - 0:23
    Fîzîkzanê elmanî Werner Heisenberg gotibû,
  • 0:23 - 0:27
    "Dema ku ez Xwedê bibînim, ez ê du
    pirsan jê bikim:
  • 0:27 - 0:31
    çima îzafiyet û çima bagêj (turbulans)?
  • 0:31 - 0:35
    Min qîma xwe pê aniye ku bo
    cara pêşîn cewabeke Wî dê hebe."
  • 0:35 - 0:38
    Bi qasî zehmetbûna fêmkirina
    bagêjê bi avayê matematîkî,
  • 0:38 - 0:42
    em dikarin bi avayê hunerî jî
    dirûva dîmenê tarîf bikin.
  • 0:42 - 0:47
    Di hezîrana 1889î de, Vincent van Gogh
    menzera bîstek berê rojhilatinê xêz kir,
  • 0:48 - 0:51
    ji pencereya odeya xwe ya li tîmarxaneya
    Saint-Paul-de Mausuleyê
  • 0:51 - 0:53
    ya li bajarokê
    Saint-Rémy-de-Provenceyê.
  • 0:53 - 0:57
    Li wir, wî di bûyereke spîkotîk de
    guhê xwe jê kir,
  • 0:57 - 0:59
    piştî vê bûyerê bû yekî naskirî.
  • 0:59 - 1:02
    Di berhema "Şeva Stêrîn" de,
    bi derbên firçê yên giloverkî,
  • 1:02 - 1:07
    esmanê şev bi ewrên fetlonekî
    û stêrkên girdavî ve tije kir.
  • 1:08 - 1:12
    Van Gogh û împresyonîstên din li gor
    pêşiyên xwe bi şêweyeka din
  • 1:12 - 1:13
    nûneriya vê roniyê kirin.
  • 1:13 - 1:16
    Girtina xuyanga hereketê, mînanê,
  • 1:16 - 1:18
    seranserê aveke ku belekiyên tavê dayê,
  • 1:18 - 1:21
    an jî li wir roniya stêrkan
    ya ku bi saya pêlên kadizî
  • 1:21 - 1:24
    yên esmanê şeva şîn,
    diçûrise û dihele.
  • 1:24 - 1:27
    Ev bandor ji ber çirûsînê çêdibe,
  • 1:27 - 1:31
    tesîrkeriya roniyê ya di nav
    rengên li ser tabloyê.
  • 1:31 - 1:34
    Qisma seretayîtir ya
    ya navenda dîtina me,
  • 1:34 - 1:38
    ya ku ferqa rengan û hereketê
    dibîne lêbelê rengan nabîne,
  • 1:38 - 1:41
    eger ku xwedî heman roniyê bin,
  • 1:41 - 1:43
    her du qadên cudareng
    tev dide.
  • 1:43 - 1:45
    Lêbelê binbeşa mêjiyê me yê prîmatî,
  • 1:45 - 1:48
    rengên dijber bêyî ku tev bide, dibîne.
  • 1:49 - 1:52
    Di gel van herdu şîroveyên ku
    di demekî de diqewimin,
  • 1:52 - 1:55
    di xebatên gelek împresyonîstan
    de şevq wekî tiştekî lerzok,
  • 1:55 - 1:58
    birqok û belawela bûyî, dixuyê.
  • 1:58 - 2:00
    Mîna vê û xebatên împresyonîstên din,
  • 2:00 - 2:03
    bi darbên firçê yên berçav
    zûzûka dinexşandin.
  • 2:03 - 2:07
    Ev yek bo girtina rastiya bibandor ya
    şiklê hereketa roniyê dikirin.
  • 2:08 - 2:11
    60 sal şûnde, matematîkzanê Ûris
    Andrey Kolmogorov
  • 2:11 - 2:14
    fehma me ya matematîkî ya
    bagêjê (turbulans) bi pêş xist.
  • 2:14 - 2:18
    Dema ku wî herkoyiya aloz bi dirêjiya
    pêla R pêşniyar kir, enerjiya vê
  • 2:18 - 2:22
    bi rêjeya 5/3rd'ê hêza R'ê diguherî.
  • 2:22 - 2:24
    Pîvanên ezmûnî nîşan da ku Kolmogrov
  • 2:24 - 2:28
    avayekî ecêb nêzî rêbaza xebitîna
    herikîna aloz bû.
  • 2:28 - 2:30
    Digel hemû pênaseyên
    bagêjê (turbulans)
  • 2:30 - 2:33
    yek ji bermayiyên pirsên
    neçar yên fizîkê bû.
  • 2:33 - 2:37
    Herkoyiyeke aloz eger ku li wir
    enerjiyeke bipêlik hebe dişibe xwe.
  • 2:37 - 2:41
    Ango, girdavên mezin enerjiya xwe
    diguhêze girdavên biçûk,
  • 2:41 - 2:43
    heman tişt bo pînanên din jî hene.
  • 2:44 - 2:47
    Ev mînaka van jî dihundirîne:
    Spota Qerase ya Jupîterê,
  • 2:47 - 2:51
    çêbûna ewran û
    toza di navbera stêrkan de.
  • 2:51 - 2:56
    Di 2004an de, zanyaran teleskoba
    fezayê ya Hubbleê bi kar anî, û dîtin ku
  • 2:56 - 3:01
    girdavên ewrê ku li devdora stêrkekî
    belavbûyî, ku ji toz û gazê pêk dihat,
  • 3:01 - 3:03
    "Şeva Stêrîn" ya Van Gogh anî bîra vwan.
  • 3:04 - 3:07
    Vê yekê zanyarên ji Meksîko, Spanya
    û ji Inglîstanê motîve kir ku,
  • 3:07 - 3:11
    li ser kitekitên çirûsîna di tabloyên
    Van Goghî de bixebitin.
  • 3:11 - 3:16
    Wan dîtin ku, li wir modela berçav ya
    ya avahiya herkoyiyên aloz
  • 3:16 - 3:21
    nêzî hevkêşeya Kolmogorov e û
    di gelek tabloyên Van Goghî de veşarî ye.
  • 3:21 - 3:23
    Lêkolîneran toblo dîjîtalîze kirin,
  • 3:23 - 3:27
    û guherîna şewqê ya di navbera
    du pîkselan de, pîva.
  • 3:27 - 3:30
    Ji xêzikên xwar,pîvana cihêbûna
    pîkselan girtin.
  • 3:30 - 3:34
    Wan ev encama bi dest xistin; ji ber ku
    lemelema psîkotîk ya Van Goghî hebû,
  • 3:34 - 3:38
    bi aveyekî ecêb dibû sedema tevgara
    wî ya mîna bagêja herkoyiyan.
  • 3:38 - 3:42
    Xwepotreya wî ya biqelûn, nîşaneke
    jiyana wî ya heyama sekan e,
  • 3:42 - 3:44
    di tu nameyên wî de îşereteke
    bi vî rengî nehat dîtin.
  • 3:44 - 3:46
    Û ne jî xebatên hunermendên din de,
  • 3:46 - 3:49
    di nêrîna ewil de ewqas
    pêldariyeke wekhev hebû,
  • 3:49 - 3:51
    mîna "Qêrîn"a Munch.
  • 3:51 - 3:54
    Hingê, mirov pirr hêsan dikare
    bibêje zîrektiya Van Goghî
  • 3:54 - 3:57
    ya pêldariyê, rê li ber xweş
    kiriye ku bagêjê biresmîne.
  • 3:57 - 4:02
    Şayesandina ewqas teqez ya xweşikiya
    peroşdar ya rastiyê jî ewqas zor e,
  • 4:02 - 4:05
    him jî di heyameke tijî kul û keser de .
  • 4:05 - 4:08
    Van Gogh bi avayekî karibiye
    tê bigihîjê û nûneriya yek ji
  • 4:08 - 4:11
    zortirîn têgehan bike,
    ku li ser rûyê dinê
  • 4:11 - 4:13
    heya niha mirovahî hîç pê nehisiye.
  • 4:14 - 4:21
    Û aqilmendiya xwe kir yek, bo kûrtirîn
    razên hereket, herkoyî û roniyê.
  • 4:25 - 4:30
    [ Werger: Rustemê Zal ]
Title:
Matematîka veşarî ya di "Şeva Stêrîn"a Van Goghî de - Natalya St. Clair
Speaker:
Natalya St. Clair
Description:

Bo dîtina hemû dersê: http://ed.ted.com/lessons/the-unexpected-math-behind-van-gogh-s-starry-night-natalya-st-clair

Fîzîkzanê elmanî Werner Heisenberg gotibû, "Dema ku ez Xwedê bibînim, ez ê du pirsan jê bikim: çima îzafiyet û çima bagêj (turbulans)? "Gelo Van Gogh çawa tê gihîşt razên kûr yên hereket, herkoyî û roniyê, Natalya St. Clair ev yek ji me re resmadiye.

more » « less
Video Language:
English
Team:
closed TED
Project:
TED-Ed
Duration:
04:39

Kurdish subtitles

Revisions