wêna bikin ku em dixwazin bendergehekê
valagehî ( fezayî) yê nû ava bikin
li yek ji çar bingehên martî,
yên ku nû bicîh bûne,
û em ji bo diyarkirina cihê wê
dengdanê dikin,
ji sed dagîrkerên li merîxê,
42 li bingehê rojava, 26 li bingehê bakûr,
15 li bingehê başûr,
û 17 li bingehê rojhilatê,
ji bo meremên me, em pêdvî bikin
ku her kes benderê valagehê bibijêre
ku gengaz be nêzîkî bingehê wan bin,
û wê li gorî wê deng bidin.
awayê herî dadperwer ji bo
pêkanîna wê dengdanê çi ye?
çareseriya herî rasterast wê tenê
ew be ku bila her kesek be
sindoqekê bavêjin, û cihê ku
herî zêde deng digire hilbijêrin.
ev wekî dengdana pirjimariyê
tê zanîn, an êkem posta paşîn,
di vê rewşê da, bingehê rojava
bi hêsanî bi ser dikeve,
ji ber ku ji yên din zêdetir
niştecihên wê hene.
û hê jî, piranîya dagirkeran
wê vî encamê xirab li berçav bigrin.
tê dayîn ku ew ji
her kesê din çiqas dûr e.
ji ber vê yekê gelo bi rastî dengên
pirjimariyê rêya herî dadperwere?
heke em pergalek mîna dengdana
tavilê ya tavilê ezmûn bikin,
ku bi tevahî hevyazên
mirovan di hijmêre,
ne tenê ji hilbijartinên wan ên jorîn?
li vir ew ê çawa bi xebite.
destpêkê, hilbijêr her yek ji vebijarkan
ji 1-ê heya 4-an rêz dikin,
û em hilbijartinên wan ên jorîn didin ber hev.
başûr ji bo pileya yekem herî kêm
deng digire, ji ber vê yekê di hête hilwişandin.
ev 15 dengin ji bo hilbijartina duyemîn
a wan hilbijêran di hête veqetandin-
bingehê rojhilatê, bi tevahî 32-an dide wê.
paşî em hevyazên jorîn didin ber hev
û dîsa vebijarka cihê paşîn qut dikin.
vê carê bingehê bakur di hête rakirin.
hilbijartina duyemîn a nîştecîhên
wê dê bingehê başûr bûya,
lê ji ber ku ew ji xwe çû, deng diçin
hilbijartina wan a sêyemîn.
ku 58 dengan dide rojhilat li ser
42-ên rojava, wê serkeftî dike.
lê ev jî dadmend xuya nake.
ne tenê rojhilat di cihê
duyemîn-dawiyê de dest pê kir,
lê piraniyek ew di nav du vebijarkên
xwe yên herî kêm bijarte de rêz kir,
li şûna bi karanîna rêzikan, em dikarin
di pir geran de dengdanê ezmûn bikin,
bi du serkeftiyên jorîn re
derbasî pêş birkek cuda dibin.
bara pitir, ev tê vê wateyê ku rojava
û bakur tûra êkê bi dest dixin,
û bakur ya dûyê qezenc kirin.
lê nîştecihên bingehê rojhilatê tê gihiştin
demê ku dengên wan nebin
ji bo serkeftinê
ew hîn jî dikarin encaman di berjewendiya
xwe de bişkînin.
di tûra êkê da, ew li şûna xwe
dengê xwe didin başur,
bi awayekê serkeftî bakûr
ji pêşveçûnê dûr dixe.
bi saya vê dengdana taktîkî
ya niştecihên bingehê rojhilatê,
başûr tûra dûyê bi hêsanî qezenc dike,
digel ku nifûsa herî kêm e jî.
gelu dibe ji pergalekê re dadperwer û baş
bê gotin heke ew hanî derewkirinê bide,
li ser hevyazên xwe?
dibe ku ya ku divê em bikin ev e
ku bila hilbijêr hevyaza xwe diyar bikin
di her pêk hînanek gengaz de
serî-bi-serî ( rûbirûbûn)
ev wekî rêbaza kondorsêtê tê zanîn.
pêşbirkekê li berçav bigrin:
rojava li hevber bakûr.
her 100 dagîrker li ser hevyaza xwe ya
di navbera her duyan de deng didin.
anku ev ya rojava ye 42 li hevber
58 ya li bakûr, başûr û rojhilat,
kî dê bakûr hemî yê hevyaz bike.
niha heman tişt ji bo
pênc pêkanînên din jî bikin.
yê ku bingehê wî herî zêde
bi ser bikeve wê bibe serkeftî.
li vir, bakûr sê ya û başûr
du yan qezenc dike
bi rastî ev du deverên herî
navendî ne,
û bakûr xwediyê sûd ê ye ku ne kesek e
ku herî kêm hilbijartinek ê hevyaz dike.
ji ber vê yekê gelo ew rêbaza kondorsêt ê
bi gelemeperî dike pergalek dengdana nimûneyî?
pêdvî nake.
hilbijartinek bi sê berjengan
li berçav bigrin.
heke hilbijêr A-yê ji B-yê, û B-yê ji C-yê
hevyaz bikin, lê C-yê ji A-yê re hevyaz bikin,
ev rê têkçû ku serkeftî hilbijêre.
di deh salan de, lêkoler
û hijmarzan derketin
bi dehan awayên tevlihevên meşandin
û hijmartina dengan,
û heta hindek jî xistine
nav rahênan an,
lê hûn ê kîjan hilbijêrin,
gengaz e ku meriv wêna bike ku ew
encamek ne dadperwer derxîne.
der dikeve holê ku têgeha me ya
pêjinîdar a dadperweriyê
bi rastî çend pêşbînî hene
ku dibe ku dijberî hev bin.
ji bo hin hilbijêran dadperwer xuya nake
ku ji yên din bêtir xwedî bandor bin.
lê ne jî rast xuya dike ku meriv tenê
hevyazên hindikahiyan paşguh bike,
an mirovan teşwîq bikin
ku bi pergalê re bi lîzin.
di rastiyê de, ezmûnên bîrkariyê
ji bo her hilbijartinê ew diyar kirine
bi du vebijarkan re,
ne pêkane ku meriv pergalek a dengdanê
ya ku binpê nake sêwiran bike
qe nebe hindek pîvanên dîtnekî yên balkêş.
ji ber vê yekê gelek caran demê em demokrasiyê
wekî mijarek a hêsan a jimartin a dengan difikrin,
her wiha hêja ye ku meriv ji awayên
cuda yên hijmartin a wan sûd werbigire.