Me dest bi Universal Subtitlesê kir ji ber ku em bawer dikin divê wergera her vîdeoyeke li ser înternetê hebe. Hewcedariya bi mîlyonan kesên ku guhên wan nabîhizin an jî di bihîstinê de astengiyan dibînin, bi jêrenivîsan heye. Ew ên ku vîdeoyan çêdikin û malper divê di vî warî de xwedî hişmend bin. Bi jêrenivîsan, ew dikarin xwe bigihînin zêdetir kesan û her wiha radeyeke baştir a lêkolînê. Universal Subtitles karê amadekirina jêrenivîsan bo vîdeoyan gelekî hêsan dike. Vîdeoyekê ji înternetê hilbijêre, URL (lînka wê) li ser malpera me binivîse û piştre ji bo afirandina jêrenivîse, axaftinê binivîse. Piştî vê klavyayeya xwe bitikînin û wan bi vîdeoyan senkronîze bikin. Ew qas!- em kodekê didin te û tu dikarî vê danê ser hemû malperan di vê xalê de, şopîner dikarin jêrenivîsan bi kar bînin û ji bo wergerên baştir piştgirî bidin. Em piştgiriyê didin bo vîdeoyên li ser YouTube, Blip.TV, Ustreamê û gelek malperên din. Her wiha, em her tim xizmetên nû lê zêde dikin. Universal Subtitles bi gelek formatên navdar ên vîdeoyan dixebite, wek MP4, theora,webM û li ser HTML 5'ê. Armanca me ev e ku em bikaribin jêrenivîsa hemû vîdeo yan amade bikin da ku kesên bi vîdeoyan têkildar in bikaribin wan bigihînin zêdetir kesan.