li 1903-an, serokê welatên êk girtî gereka sê rojî kir li geliyê yosemite ya california. serok Theodore Roosevelt raza di nav daristaneke darên sequoia yên berjêr de, di bagereke berfê de kon kirin, û bi demjimêran li dora agirê kempê axiftin digel mêhvandar û rêberê xwe, parêzvan john muir. roosvelt bi navûdengî ji derve hez dikir, lê muir ew vexwendibû vir ji bo zêdetir ji kon kirinê: yosemite di metirsiyê de bû. herçende ku yosemite bu axa parastî li 1984 de, gelî hê jî di metiraiyê de bû ji bo pêşkeftina di 1903-an de. ew di dilê têkoşînek dehsalî de bû ku axê veqetîne hem ji bo parastin û karanîna gelemeperî du armancên ku ji kirinê pir hêsantir dihat gotin. şer li ser yosemite dest pê kir bi gera zêrîn a 1849-an, dema ku karkerên madenê rojavayî mezin dibin, li zozanên sierra nevada li zêr digerin. di 1851-an de, leşkerê nerêzikî ê dewletê pejirandî, hoz a ahwahneechee derxistin ji geliyê yosemite. yên ku bi vî karî vegeriyan bûn dîdevanên rûniştvanên spî yên ku daxwaza axê dikin, sekuoyên mezin hilwişandin, û otêl û salon ava kirin. di bersivê de, komek biçûk a têkiliyên california yê bizavên razîkirinê li senator johnconness kir ku gelî ji berjewendiyên taybetî biparêze. di 1864-an de, kongireyê pêşnûme yasa erê kir, dayîna geliyê yosemite ji bo welatê california, êkem car hikûmeta welatên yekbûyî zevî xist bin parastina giştî. lê rêveriya wî welatî pirsek vekirî ma, ya ku wê tenê tevlîhevtir bibe ji ber ku zeviyên din ketin bin heman parastinê. piştî heft salan, zevînas ferdinand hayden lêgerînek ber bi deşta yellowstone ve meşand, ku gelek hozên xwecihên emrîkî ji bo merasîman bikar di anîn, nêçîr û bazirganî. zanyar û hunermendên lêgerînê nûçe anîn ji germavên berbiçav û çavkaniyên germ, piştgiriyek berfireh xwedza dike ku yellowstone têxe bin parastina hikûmetê û sinûrdar kirina çûnûhatina mirovên xwecihî ji bo zeviyê. lê belê, berevajî yosemite ê, yellowstone nedihat dayîn welatekî ew beşek ji sê herêmên DY bû ku hêj nebûne welat. di şûna wê de, kongireya yellowstone ê di 1872-an de xist bin rêveberiya fedral, çêkirina êkemîn parka neteweyî ya rastîn a cîhanê. di demê serokatiya xwe de, teddy roosevelt girîng bû di berfirehkirina zeviyên di bin parastina giştî de. heya sala 1916 ê, pazdeh parkên netewî hebûn. lê pirsgirêka rêvebirinê çareser nekirî ma, û parastina parkê bi gotre hate meşandin li ser gelek dezgehên hikûmetê. karên rasterast mîna çêkirina rêyan û girtina karmendan pêdvî bi înan û birina bîrokratîkî ya bêbandor dike. tu dezgehan rêzikên reftar kirinê li parkê ne danîbûn, wisa nêçîrvanan parka jiyana kovî kuştin, dewaran zevî zêde çerandîn, û seredêran navnîşan xera kirin. çareserî ji canada hat, ku karûbarekê parka nîvekîkirî ya pir bandor hebû. di sala 1916-an de, welatên yekbûyî karûbarê parka neteweyî saz kir li ser vê mînakê bingeh digre. heya vê rojê, peywira karûbarên parkê ji dû armancan pêk tê ku carinan dijber in: ji bo pêşerojê parkan biparêzin û bihêlin ku gel ji wan kêfxweş bibe. ew çalakiyek e hevsengiya nazik e: rê, şop, û binesaziya din parkan ji mêhvanan re gihiştbar bikin, lê herwiha dîmenê jî biguherîne, dema ku seredêr bixwe dikarin beşdarî qirêjbûnê bibin, şûştin, û zirara pergala xwezayên nazik. jixwe dîroka parastinê jî dikare li dij be bi vê erkî re. pir park ne bûn, di demê damezrandinê de, çola ne akincîkirî ku buye hevgirtî ji bo parastina wan. di şûna wan de, pir xanî an cihên peristinê bûn ji bo mirovên xwe malî, ku gihîştina van axan winda kir li ser navê karanîna gelemeperî . tenê vê dawiyê xizmeta parka netewî heye dest bi hijmartina vê mîratê kir û bi amerîkiyên xwemalî re mijûl bû di rêveberiya parkê de. li seranserî cîhanê, civakên xwecihî niyarên girîng dilîzin di kargêrî û parastina axê de. îro, li cîhanê bi hizaran parkên netewî hene, û her kes divê karanîna gelemeperî hevseng bike digel parastina dîrokî û jîngehî . parkên li new zealand ê, iceland ê, australia û afrîkaya başûr hilweşînek dijwar ezmûn kirine ji ber ku jimareyên serdêran zêde bûne. hin, wekî parka neteweyî ya mu ko similan li tayland ê, beşên xwe ji geştiyaran re bi tevahî girtî ne da ku pergala xwezayî vegere. parkên neteweyî dîmenên neguhêrbar parastin ji bo nifşê pêşerojê. ew jî zorê didin me ku pirsîn dijwar hijmar bikin: berpirsiyariyên me li hevber vê gerstêrkê çi ne? û li hevberî hev çi ne?